30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike 2022-03-23 09:06:49 ŞIRNEX - Xezal Koyuncû, 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê bi tena serê xwe agirê Newrozê geş dike û bi vê re Newrozê kesên ku bi bedena xwe agirê Newrozê gur û geş kirine pîroz dike.    Li Taxa Vaşak a navçeya Silopiya ya Şirnexê dayika Xezal Koyûncû ya 70 salî, 30 sal in di her 21'ê Adarê de diçe qada vala ya li hember mala wê û agirê Newrozê bi 4 darikên şixatê vêdixe.  Koyûncû, bi vê çalakiya xwe Mazlûm Dogan ê di 21'ê Adara 1982'yan de bi hilkirina 3 darikên şixatê ya li Zindana Amedê di bîra mirovan de ma û Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên weke "Çaran" tên zanîn û di 18'ê Gulana 1982'yan de bi hev re xwe şewitandin bi bîr tîne. Koyûncû ku 30 sal in li heman taxê dimîne, 30 sal in jî li heman cihî bi kincên xwe yên kesk û zor û zer agirê newrozê hil dike. Koyûncû, biroj diçe tevli pîrozbahiya girseyî dibe û êvarê jî li ber deriyê mala xwe agir pêdixe. Koyûncû, di dema qedexeya derketina derve de jî ji ber ku li Silopiyayê Newroz hatibû qedexekirin, berê xwe daye Cizîrê û Newrozê li wir pîroz kiriye û êvarê jî li ber deriyê mala xwe agir hil kiriye.        30 SAL IN BI 4 DARIKÊN ŞIXATÊ AGIRÊ NEWROZÊ HIL DIKE   Koyuncû, anî ziman ku ew her sal bi heman hestiyariyê Newrozê pêşwazî dike û got: "Ji bona girtiyên zindanan û gelên bindest Newrozê pîroz dikim. Ji xwe di her 21'ê Adarê de em bi hev re Newrozê pîroz dikin. Pişt re ez têm û ya wan jî wisa pîroz dikim. Ez her sal di êvara 21'ê de sê şixatan digirim û dibêjim ev ji bo xatirê wan û pêdixim. Ez diçim Newrozê ya miletî pîroz dikim û ez têm vê derê jî li ber deriyê mala xwe ya wan pîroz dikim. Me gelek êşa wan kişandiye. Piştî ku xebera wan ji zindanan hat, me got, 'Em ê agirê wan venemirînin.' Em ê bi destê xwe pê bixin heta ku em dimirin. Ev 30 sal in ez Newrozê wisa pîroz dikim. Her sal di êvara 21'ê de ez li ber derî agir pê dixim. Cîran gazinan dikin û dibêjin, 'Ev ê belayekî bîne serê me.' Lê ez guhdar nakim. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bikin. Ez ê agirê kesên ku bedena xwe bi 4 darikên şixatê şewitandin, heya sax bim geş bikim."    BANGAWAZÎ   Koyuncû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ya ku niha ji kurdan re pêwîst yekîtî ye û got: "Gelê kurd bila êdî tifaqa xwe çêbike. Xwîna birayî ne ya xwarinê ye. Bila êdî bes hev du bikujin. Ez bang li cerdevan û peşmergeyan dikim, xwîna birayê xwe nerejînin. Dibêjin, hewar e, ferman e bira xelas dikin bi peran e. Ez silavên xwe yên germ ji her çar parçeyan re dişînim."   MA / Zeynep Dûrgût