Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir 2022-03-23 09:42:22   STENBOL - Aydin Aydogan ku di çalakiya 700’an a Dayikên Şemiyê de di êrişa polîsan de milê wî hatibû şikandin diyar kir ku polîsan li ser fermana wezîrê karên hundir Suleyman Soylu êrişî wan kiriye lewma jî giliyê Soylu kir.    Dayikên Şemiyê ku ji hêla Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hedef hatibûn nîşandan, di 25’ê tebaxa sala 2018’an hefteya 700’emîn a çalakiya xwe de rastî êrişa polîsan hatibûn. Dayikên Şemiyê xwestibûn biçin Qada Galatasarayê lê belê rastî êrişa dijwar a polîsan hatin. Di êrişa polîsan de milê Aydin Aydogan hatibû şikandin. Aydogan, diyar kir ku fermana êrişê wezîrê karên hundir Suleyman Soylu dabû lewma jî giliyê wî kir.    Aydogan, di giliyê xwe de destnîşan kir ku ji bo çalakiya 700’an a Dayikên Şemiyê çûbû Beyogluyê lê ji ber ku bo çalakiyê hêj wext mabû, li pasajekê rûniştiye. Aydogan, bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Li pasajê min û hevalên xwe çay vedixwar. Di wê navberê de polîs ketin pasajê û xaza îsotê avêtin hundir. 3 komîserên ku weke amirên polîsan bûn, li pasajê heqaret li me kirin.”    ‘GULEYÊN PLASTÎK REŞANDIN’   Di berdewamê de Aydogan da zanîn ku polîs hişyar kirine da ku heqaretê nekin û wiha domand: “Dema me got ‘heqaretê li me nekin’, amirê polîsan ferman da polîsên din ku min binçav bikin. Polîsan ez ji nava komê derxistim, dehf dan min û ez ketim erdê. Bi ketina min re vêcarê ez dam ber jopan û li destê min ê çepê û li rûyê min xistin. Hevalên min xwestin destwerdana rewşê bikin û li ser vê yekê îcar êrişî kesên din kirin. Ez rabûm ser xwe û min xwest ji cihê bûyerê dûr kevim. Lê polîsan guleyên plastîk li pişt, pê û gelek deverên din ên laşê min reşandin.”    'MILÊ MIN ŞIKEST’   Bi domdarî Aydogan anî ziman ku ji ber êrişê bi ser hemdê xwe ve çûbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê rewşê de min xwe spart cihekî. Piştre jî min bi derfetên xwe û bi alîkariya hevalekî xwe gihand Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê. Piştî tetkîkên vê derê jî ez şandim malê. Lê di dema êvarê de ji ber êşa milê xwe min nekarî razêm û vê carê jî çûm Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sadî Konuk a Bakirkoyê. Milê min ê çepê şikestibû. Ji bo 45 rojan rapor dan. Ji ber tundiya hêzên ewlekariyê milê min şikest û gelek caran hatim dermankirin. Di encama emeliyata dawî de êdî hema hema qet nikarim destê xwe yê çepê bi kar bînim.”    'FERMANA ÊRIŞÊ SOYLU DA’   Aydogan, daxuyand ku Soylu tundiya polîsan a derhiqûqî diparêze û wiha bi dawî kir: “Dema mirov daxuyaniyên Soylu yên derheqê vê mijarê de dide berhev, tê dîtin ku fermana êriş û tundiyê ya li gel tê kirin, raste rast ji hêla wezaretê ve tê dayîn. Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî êrişî me kir û di encama êrişê de milê min şikest û êdî hema hema qet nikarim destê xwe bi kar bînim. Pir aşkereye ku fermana vê êrişê Soylu da ye. Li ser fermana Soylu mafê min ê çalakiyan hatiye binpêkirin, rastî êriş, tundî û heqaretê hatime û neheqî li me hatiye kirin. Dixwazim ku derheqê Soylu de lêpirsîn were destpêkirin û di dawiya dawî de jî derheqê wî de doza cemaweriyê bê vekirin.”