Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye 2022-03-23 11:06:26   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku vîna di pîrozbahiyên Newrozê de şênber bûyî, azadiya Ocalan e û wiha got: “Di pîrozbahiyan de gel nîşan da ku dê sala 2022’yan bibe sala berxwedan û destkeftiyan.”    Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Agirê ewil ê Newrozê jî li Bêşebap a Şirnexê hat vêxistin û li 72 navenda berbelav bû. Bi milyonan kesên ku li qadên Newrozê hatine ba hev, daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê qîriyan û ji bo çareseriyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke vîna xwe nîşan dan.    Tevî hemû provakasyonan jî li Amedê bi milyonan kes li qada Newrozê kom bûn û dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” piştrast kirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahfûz Guleryuz ku hem di amadekariyên Newrozê de cih girt û hem jî pîrozbahî jinêzve şopand, têkildarî Newrozê bi ajansa me re axivî.          YEKITIYA NETEWEYÎ Û KOMARA DEMOKRATÎK   Mahfûz Guleryuz diyar kir ku gelê kurd girîngiyeke mezin bi Newrozê dide û wiha got: “Lê bo me îsal hêj girîngtir bû. Partiya me jî xebateke baş kir. Me li Amedê zêdetir mijarên yekitiya neteweyî û neteweya demokratîk, li Stenbolê jî komara demokratîk derxist pêş. Di xebatên me yên Kurdistanê de gelemperî daxwazên giştî yên Tifaqa Kurdistanî derketin pêş. Li qada Tirkiyeyê jî me bi hemû hêzên ked û demokrasiyê re ku em weke Rêya Sêyemîn pênase dikin, di çarçoveya komara demokratîk de xebat meşandin.”    ÇIMA DIRÛŞMA ‘DEM DEMA SERKEFTINÊ YE’?   Di berdewamê de Guleryuz bal kişand ser dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û ev nirxandin kir: “Em gelek li ser vê dirûşmê fikirîn. Em di serdemeke wisa de ne ku hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de daxwazên azadî û demokrasiyê yên kurdan zêde bûne. Me jî xwest nîşan bidin ku bêyî astengiyê nas bikin, êdî dema serkeftinê hatiye. Mirov dikare gelek wateyan li vê dirûşmê bar bike. A yekemîn; êrişa AKP-MHP’ê ku di sala 2014’an de li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê dabû destpêkirin êdî bêencam ma û berxwedana li dijî vê êrişê heta astekî encamek bi xwe re anî. Me jî xwest bibêjin ku îsal divê êdî ev êriş bi temamî were têkbirin. Lewma em ji bo vê dirûşmê dibêjin; ‘dem dema têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ye.’”    ‘PÎROZBAHÎ GELEK XURT BÛN’   Bi domdarî Guleryuz anî ziman ku gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê bi ruhekî serhildêr bersiva vê dirûşmê dan û wiha domand: “Bi pîrozbahiyên xurt ên 8’ê Adarê re me ji xwe texmîn kir ku dê encameke wiha ya baş derkeve. Sekn û ruhê berxwedêr ê jinan derketibû holê. Lê ji texmîna me gelek zêdetir kes tev li pîrozbahiyan bûn. Li her 72 navendan jî rewşa heyî rewşeke nûwaze bû. Newroza Amedê jî fînala vê tabloya nûwaze bû. Tevî hemû zext û dorpêçan jî gel herikî qadê pîrozbahiyeke biheybet kir.”    DAXWAZÊN MILYONAN   Guleryûz got ku du wêneyên girseyan hebûn û ew wêne wiha şîrove kir: “Bi taybet jî daxwazên li Kurdistanê derketine pêş, nîşanî hemû partî û rêxistinan da bê ka divê xwedî seknekî çawa bin. Kurdan bi vekirî got; ‘yekitiya neteweyî, yekbûn û tevgerîna bi hev re.’ Lewma jî xwestin dawiyek li zexta ser nasname û çanda kurdan bînin. Di vê wateyê de daxwaza xwe ya statûyê anîn ziman. Ev pir aşkere bû. Bi taybet jî ji bo dema pêş berpirsyarî û peywir li milê hêzên Kurdistanî bar kirin. Divê kesek li hemberî daxwaza milyonan xwe bêdeng neke û van daxwazan bêbersiv nehêle. Li Tirkiyeyê hema hema hemû derdorên muxalîf tev li pîrozbahiyan bûn. Li vir jî daxwaza esasî komara demokratîk û bidawîkirina sepanên faşîzmê bû. Em dikarin bibêjin ku li vir ji dewletê re ev peyam hate dayîn; ‘polîtîkayên we têk çûne û encamek jê derneket.’ Divê her kes li gorî van encaman xwe bi ser û ber bike.”    TEVLIBÛNA CIWANAN   Sedema beşdariya zêde ya ciwanan jî Guleryuz wiha rave kir: “Di demên dawî de hejmareke zêde ya ciwanan çûn welatên ewropî. Jixwe ev yek rewşa welat radixe berçavan. Ciwanên mayî jî xwestin êdî bibêjin ‘bes e.’ Daxwaza ciwanan ên beşdarî Newrozê bûyîn jî welatekî demokratîk û qanûna bingehîn a demokratîk bû. Nifşeke ku polîtîze bûyî û baş dizane bê ka çi dixwaze li pêşberî me ye. Ji bo xwedîderketina li vîn û pêşeroja xwe daketin qadan. Bila kesek daxwazên ciwanan paşguh neke. Pêşeroja me di destê ciwanan de ye û di Newrozê de îrade û berxwedaneke bêhempa raber kirin. Bi astengiyên li Amedê re xwestin vîna ciwanan têk bibin lê ciwanan li dijî vê zîhniyeta yekperest sekneke xurt raber kirin û hemû astengî têk birin.”    DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN   Guleryuz, daxuyand ku her dirûşma di Newrozê de hatiye berzkirin, xwedî wate û sedemên cuda ne û wiha derbirî: “Em jî baş dizanin ku tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdeke şexsî nîne. Li wir rejîmek tê avakirin û ew rejîm li tevahiya welêt tê ferzkirin. Gel jî di ferqa vê de ye. Lewma îtîrazeke mezin li dijî vê heye. Civak pêş pê dizane bê ka her gotina birêz Ocalan bandoreke çawa li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û li raya giştî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn dike. Îradeya di Newrozê de derketiye holê ew bû ku ev deng neyê qutkirin û ev deng bigihije civakê. Bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, daxwaza sereke ya Newrozê bû. Heke rêveberên Tirkiyeyê bi rastî jî girîngiyê bidin pêşeroja Tirkiyeyê, divê tiştên pêwîst bikin. Rêya xelasiya ji aloziya heyî ew e ku birêz Ocalan bi gel re were ba hev.”   HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF   Bi domdarî Guleryuz got ku peyamên di Newrozê de ji bo hemû hêzên civakî bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de li dijî helwesta Tifaqa Milet a li hemberî pirsgirêka kurd jî seknek hat raberkirin. Divê ew jî vê îradeya milyonan baş binirxînin. Dê ev îrade, teşe bide organîzasyonên rêveberiya Tirkiyeyê. Hêzên ku hesaba vê nekin, dê di bin vê hesabê de bimînin. CHP û ÎYÎ Partî jî di nav de, divê hemû partiyên siyasî vê rastiyê baş bibînin. Lê partiyên muxalîf hêj jî daxwazên gelê kurd paşguh dike. Divê êdî dev ji vê helwestê berdin û guh bidin daxwazên Newrozê.”    KOMARA DEMOKRATÎK    Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz bal kişand ser peyama komara demokratîk û wiha berdewam kir: “Gelên me, komara demokratîk dixwazin. Ne tenê daxwaza gelê kurd lê daxwaza hemû gelan e. hemû peyamên di Newrozê de hatine dayîn, di çarçoveya komara demokratîk de bûn. Newrozê baş nîşanî me da bê ka rêya xelasiya ji van rojên zehmet çi ye. Li pêşiya me dozên girtina HDP’ê û doza kompasê ya Kobanê hene. Em sala 2022’yan, weke sala berxwedan û destkeftiyan dinirxînin. Dê gelê kurd bi tu awayî paşdegav navêje, ji daxwaza xwe ya demokrasiyê lêve nebe û her tim daxwaza xwe ya komara demokratîk bîne ziman. Bi ya min dê bi ruh û baweriya Newrozê bikevin pêvajoya hilbijartinê. Dawiya vê rêyê dê ya ronî be. Dawiya vê têkoşînê dê serkeftin be. Dem dema serkeftinê ye û em ê teqez bi ser kevin.”   MA / Zemo Aggoz