Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin 2022-03-23 11:17:58   STENBOL - Midûrê Dibistana Seretayî yê Mîthatpaşa ya Osmangaziyê Haydar Akin, ji mamosteyan re nivîsek şand û ferman da ku xwendekarên keç û kur li kêleka hev nerûnin.    Midûrê Dibistana Seretayî ya Mîthatpaşa ya Osmangazî ya Bûrsayê Haydar Akin, ji mamosteyan re nivîsek şand û di nivîsê de ferman da ku nehêlin xwendekarên keç û kur li kêleka hev rûnin. Di nivîsa midûrê dibistanê wiha hatiye gotin: “Hevalên min ên mamoste û hêja, ji 22’yê adara 2022’yan ve êdî divê pergala rûniştinê ya polan were guherandin. Li gorî vê; divê pergaleke wisa hebe ku xwendekarên keç û kur li kêleka hev nerûnin.”