Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike 2022-03-23 11:56:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bandora xwe dê li Sûriyeyê jî bike û wiha got: “Ji bo ku bandoreke mezin li me neke, em xwe û gelê xwe birêxistin dikin.”    Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim têkildarî şerê Rûsya-Ûkraynayê, geşedanên li Sûriyeyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî. Muslim, da zanîn ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bandora xwe li geşedanên Sûriyeyê jî dike.    Salih Muslim, di serî de bal kişand ser aloziya li Sûriyeyê û êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û wiha got: “Rojava, qadeke germ e. Ji 12'ê adara 2004'an heta niha şer û rageşî heye. Ji sala 2011’an heta niha em û rejîma Sûriyeyê ketine nava pêvajoyeke nû. Projeya gelê kurd firsendek derxist holê. Ji aliyekî ve rejîmê û li hêla din jî faşîstên tirk, Îran û yên din projeya me ranegirtin. Dewleta tirk jî serkêşiya van êrişan û dijminatiya li kurdan dike. Rêveberiya Rojava bi ku ve biçe, sîxûrên dewleta tirk li wir in. Ji 1923’yan heta niha ev xet û hewldana dewleta tirk qet neguherî ye. Rabûna li ber vê rewşê û şerê li dijî wê ne karekî hêsan e. Tirkiye neçare ku di vê mijarê de rêyekî hilbijêre. Krîzên piralî yên demên dawî, encama vî şerî ye. Ev 7 sal in bi rê û rêbazên cuda tên meşandin.”    BANDORA ŞERÊ ÛKRAYNA-RÛSYAYÊ   Muslim, da zanîn ku muxatabê wan rejîma Sûriyeyê ye û wiha domand: “Lê aştî, tenê bi daxwaza me nabe. Divê aliyê din jî bixwaze. Rewşa li Rojava bi vî rengî ye. Şerê li Ûkraynayê çawa ku bandorê li hemû cîhanê kiribe, li me jî dike. Ji bo ku bandoreke mezin li me neke, em xwe û gelê xwe birêxistin dikin. Heke êrişek çêbibe, em ê teqez xwe biparêzin. Divê neyê jibîrkirin ku çareseriya li Sûriyeyê tenê ji gelên Sûriyeyê re nehatiye hiştin, hêzên cuda jî di nava kar de ne. Hêzên cuda dema ku li deverên din şerê hev dikin nabe ku li vir li hev bikin, lewma wê li vê derê jî teqez hin tişt bibin. Em tevdîrên xwe digirin.”   HEVDÎTINÊN PDK Û TIRKIYEYÊ    Piştî hevdîtinên PDK û Tirkiyeyê, PDK’ê hêzên xwe yên leşkerî veguhestibûn herêma Heftanînê û Muslim ev rewşa wiha nirxand: “Veguhestina leşkeran rewşekî xeternak e. Divê PDK wisa neke û banga me ji bo gel jî ew e ku di vê mijarê de haydar bin. Heke gel bi rê û rêbazên demokratîk li dijî vê rewşê rabe û vê hewldanê asteng bike, dê baş bibe. Ji ber ku gerîlayên li wê derê zarokên tevahiya Kurdistanê ne. Plan hene ku pergala federal hilweşînin. Tirkiye li wê derê hêza dagirker e û zêdetirî baregehên leşkerî ava kirine. Planên wê yên li dijî kurdan hene û xwe li gorî vê bi cih dike. Dê ew lîstik ziyaneke mezin bigihîne hemû kurdan. Forûma Dîplomasiyê ya li Antalyayê jî parçeyeke vê dek û dolabê ye.”    RÊYA ÇARESERIYÊ   Muslim got ku bêyî tevgera azadiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu çareserî pêş nakevin û wiha bi dawî kir: "Heke hêzên ku birêz Ocalan li wir radigirin ji bo Rojhilata Navîn aştiyê bixwazin, divê ji ewil bi Rêber Abdullah Ocalan dest pê bikin. Hêvîdar im ev Newroz bibe destpêkek. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne. Li tevahiya cîhanê û derdora me agirekî mezin heye. Em di kîjan astê de bibin yek em ê di wê astê de jî kêm bixisirin.”