Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê 2022-03-23 13:17:20   ENQERE - Girtiyê bi navê Şervan Can Guder li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede mirina biguman a Guder ji Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag pirsî.    Girtiyê bi navê Şervan Can Guder (20) di 22’yê adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Guder di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da ye. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede mirina biguman a Guder xist rojeva Meclisê. Di vê çarçoveyê de Dede ji bo ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirseke nivîskî pêşkeşî Meclisê kir.    Di pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku tu nexweşiyên Guder ên kronîk nebûn û wiha hat gotin: “Guman û îdia hene ku Guder li girtîgehê hatiye kuştin an jî terkî mirinê hatiye kirin. Girtî û hikûmxwarên li girtîgehê, di bin mîsogeriya parastina dewletê de ne. Ji her mirineke li girtîgehê, dewlet raste rast berpirsyar e.”    Di çarçoveya mijarê de Dede ev pirs ji Bozdag kirin:    “* Gelo dê wezareta we têkildarî mirina Şervan Can Gudar ê 20 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyekî bide yan na?    * Sedema mirina Şervan Can Guder çi ye?    * Şervan Can Guder di hucreya çend kesî de dihat ragirtin? Ji bo nexweşiyeke kronîk heta niha serlêdanek kiribû yan na?    * Di kîjan demê de jiyana xwe ji dest da ye? Ji ewil kê mudaxale kiriye?    *Di dema qewimîna bûyerê de tu komên tenduristiyê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê hebûn an na?    * Gelo hûn ji bo girtî û hikûmxwaran tu kontrolên giştî yên tenduristiyê dikin an na?    *Tirkiye yek ji endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Di Rêbera Destan a Derheqê Pêşîlêgirtin û Lêpirsîna Girtinên Keyfî û Bêdaraz (Protokola Otopsî ya Mînnesota) a NY’yê de tê gotin ku dema kesek bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dide, divê ev mirin ji hêla komîsyoneke taybet û serbixwe ve bi rengekî berfireh, zanistî û bêalî were lêpirsîn.    *Gelo hûn dê di çarçoveya Protokola Mînnesotayê de derheqê vê bûyera ku gumana kiryarên bihiqûqî, keyfî û înfazê li ser heye, lêpirsînê bidin destpêkirin an na?    * Ji bo ku dewletên endam li gorê hûkmên wê tevbigerin, saziyên NY’yê gelek biryar heta niha da ne. Gelo sedem çi ye ku hûn bi Protokola Mînnesotayê nakin? "