Soylu êrişa nîjadperest parast 2022-03-23 14:31:19   ANTALYA - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bersiv da pêşnûmepirsa derheqê êrişa nîjadpereste a li dijî karkerên kurd a li navçeya Elmali ya Antalyayê. Soylu, îdia kir ku di bûyerê de tu tiştekî bi navê derbkirinê neqewimî ye.     Di 1’ê tebaxa sala 2021’an de li gundê Bayralar ê navçeya Elmali ya Antalyayê komeke nîjadperest ku ji 300 kesan pêk dihat, êrişî karkerên demsalê yên kurd kiribûn. Têkildarî mijarê, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bibersivîne, pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Soylu, bi mehan piştre nû bersiva pêşnûmepirsê da.    Soylu, di bersiva xwe de îdia kir ku êriş ne ji ber sedemên nîjadperest lê ji ber ava bîrê derketiye û di bûyerê de kesek nehatiye derbkirin.    ÇI BÛBÛ?    Komeke faşîst ku ji 300 kesan pêk dihat, di tebaxa par de li gundê Bayralar ê navçeya Elmali ya Antalyayê êrişî karkerên demsalî yên kurd kirin. Ji ber êriş û gefên koma faşîst, karkerên kurd neçar mabûn ku ji gund derkevin. Têkildarî mijarê yek ji karkerên rastî êrişê hatin Servet Kurga ev agahî dabûn ajansa me: “Şevê din saet di 00.00’an de êrişî me kirin. Poz û paresûyên serkarê me hatin şikandin. Ji me re gotin; ‘hûn kurd in û xaka me biterikînin.’ Îro jî hatin û êrişî me kirin. Niha jî em di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tên derxistin. Me nekarî tu alavên xwe bigirin gel xwe. Em niha diçin cem xizmên xwe yên li Elmaliyê.”