OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da 2022-03-23 15:07:15   NAVENDA NÛÇEYAN - OHD’ê diyar kir ku bi binçavkirina parêzeran dixwazin bi destê darazê parastinê bê bandor bikin û bang kir ku parêzer Alîşan Şahîn demildest bê berdan.    Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Enqereyê Parêzer Alîşan Şahîn, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê daye destpêkirin de bi hêceta xebatên xwe yên pîşeyî duh li mala xwe ya li Enqereyê hatibû binçavkirin. OHD’ê bi armanca bertek nîşandana binçavkirinê li Stenbol, Riha, Mêrsîn, Îzmîr, Wan û Amedê daxuyanî da çapemeniyê.    Şaxa OHD’ê ya Stenbolê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek hiqûqnas tevlî daxuyaniyê bûn. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Esra Erîn metnê daxuyaniyê xwend. Erîn, bal kişand ku bi destê darazê tê xwestin ku parastin bê bandor were hiştin û wiha got: “Ji sala 2015’an ve parêzer ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin û di encama darizandinên ne adil û girtinan tên cezakirin.    ‘DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN’   Erîn, da zanîn ku weke OHD tu caran ji têkoşîna ji bo azadiya lêgerîna maf û mafê darizandina adil didin paşve gavê naavêjin. Erîn, bi lêv kir ku di civakeke ku parêzer azad nebin de tu kes di bin garantiyê de nîne û wiha axivî: “Em bang dikin ku hempîşeyê me Alîşan Şahîn ku bi awayekî neheqî di bin çavan de tê girtin demildest bê berdan.”   RIHA   Parêzer Îbrahîm Halîl Oyke yê di daxuyaniya li Şaxa OHD’ê ya Rihayê hatiye dayîn de axivî, diyar kir ku endamê OHD’ê Alîşan Şahîn ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye binçavkirin û got: “Parêzer temînata mafên mirovan, azadiyan û dewleta hiqûqê ne. Divê hempîşeyê me Alîşan Şahîn demildest bê berdan.    MÊRSÎN    Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê jî li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyanî da. Li ser fermana Serdozgeriya Mêrsînê nehiştin rojnamevan bikevin ber deriyê edliyeyê. Li ser vê yekê parêzeran daxuyanî qeyd kir. Rêveberên Baroya Mêrsînê, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Prz. Hoşyar Sariyildiz û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê ku bi kurdî û tirkî pankarta “Parastin bîat nake” hate vekirin de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Serap Angay axivî. Angay, bi lêv kir ku desthilat li aliyekî bi paketên darazê gel mijûl dike li aliyê din hewl dide bi destê darazê parastinê bê bandor dike.    ÎZMÎR    Şaxên OHD’ê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê jî ji bo endamê OHD’ê Alîşan Şanli ê di bin çavan de li pêş Edliyeya Bayrakliyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin dê serî netewîne” hate vekirin û dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû wê bêdeng nebe” hate berzkirin. Endamên HDP’ê jî piştgirî da daxuyaniyê.    Endamê OHD’ê Ozcan Sarioglû yê daxuyanî xwend, diyar kir ku Alîşan Şahîn bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatiye binçavkirin û wiha got: “Delîl jî hevdîtinên hempîşeyên me yên li girtîgehê û xebatên wî yên pîşeyî ne. Dozgerî ev binçavkirin li gorî helwesta polîtîk a desthilatê kiriye ne li gorî hiqûqê kiriye.” Sarioglû, bi lêv kir ku wê li dijî hemû bêedaletiyên dozgeriyan têbikoşin û wê li dijî van bêdeng nemînin.    WAN    Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Wanê Harûn Gur jî bi lêv kir ku desthilat dixwaze komareke tirsê ava bike û got: “Em bang li endamên darazê ên lêpirsînên alîgir vedikin û biryarên binçavkirinan didin ku rûmeta pîşeyê biparêzin. Em dixwazin ku parêzer Alîşan Şahîn ê neheqî hatiye girtin demildest bê berdan.”   AMED   Li Amedê jî li avahiya OHD’ê daxuyanî hate dayîn. Parêzerên Baroya Amedê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Parastin dê serî netewîne” hate vekirin de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn axivî. Vûrgûn diyar kir ku ew ê ji mafê xwe yê parastinê paş ve gavê neavêjin û bang kir ku parêzer Alîşan Şahîn were berdan.