‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’ 2022-03-23 15:43:39   AMED -  Kedkarên PTT'ê bertek nîşanî tayînên bêliyakat dan û diyar kirin ku li her devera welat tayînên bêliyakat tên kirin.    Şaxa HABER-SEN a Amedê tekildarî tayînên bêliyakat, li ber avahiya Midûriyeta PTT’ê ya navçeya Sûr a Amedê daxuyanî da. Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan, endamên sendîkayê û kedkarên PTT’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Serkeftin a berxwedêran e” û “Kedkar hesabê ji AKP’ê dipirsin” hatin berzkirin. Her wiha beşdaran pankarta “Em tayînên bêliyakat nas nakin” vekiribûn.    KADROYÊN XWE LI SAZIYAN BICIH KIRIN    Di daxuyaniyê de Mesût Balcan axivî û wiha got: “Bi qanûna sala 2013’an, wekî di her saziytan de li PTT’ê jî tayînên bêliyakat çêbûne. Destilatdariyê piştî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de Stenbol û Enqere winda kir, kadroyên xwe yên şaredariyê li nava saziyên dewletê berbelav kirin. PTT jî yek ji van saziyên sereke bû. Kesên derbasî vê saziyê hatine kirin, kesên nezan û nepispor in. Vê jî rê li ber birînên kûr vekir.”    Balcan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tayînên bêliyakat li her devera welat belav bûne. Ev tayîn, li dijî hiqûqê ne. Sendîkaya me li dijî van tayînan e û li dijî vê bêhiqûqiyê jî bi rê û rêbazên demokratîk têdikoşe.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.