Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin 2022-03-23 16:01:09   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Amedê dabû destpêkirin, îro li pêşiya ATK’ê domiya. Malbata li ber ATK’ê ev bang kir: “Bi qanûnên xwe bikin.”    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 128’an de jî berdewam kir. Malbatan, çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, DBP, OHD û MED-DER’ê jî amade bûn û piştgirî dan malbatan. Di dema çalakiyê de di navbera malbat, parêzer û polîsan de nîqaş derket. Piştre jî daxuyanî hat dayîn.    ‘BILA PARTIYÊN SIYASÎ SOZA XWE PÊK BÎNIN’    Di çalakiyê de ji ewil yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Partiyên siyasî soz dabûn me lê soza xwe pêk ne anîn. Her wiha wezîrê edaletê jî berpirsyariya xwe pêk nayîne. Daxwaza me ya ji partiyên siyasî ew e ku hêj gelek dereng nebûyî, bila vê pirsgirêkê bêxin rojeva Meclisê. Banga me ji partiyên siyasî re ew e ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi wezîrê edaletê re hevdîtinê bikin.”    Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî bal kişand ser girtiyê bi navê Şervan Can Guder ku Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Boltan, anî ziman ku ew naxwazin darbestên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û bang li wezîrê edaletê kir ku girtiyan berdin.     ‘BI QANÛNÊN XWE BIKIN’    Ji çalakvanan Încî Guler jî daxuyand ku ATK raporên derhiqûqî amade dike û wiha domand: “Banga min ji bo bijîşkên ku biryara neberdana girtiyên nexweş didin ev e; dema we destûrnameya xwe wergirtî we çi soz dabe, wê soza xwe bi cih bînin. Qanûnên we çi bin, bi wan qanûnên xwe bikin.”    Herî dawî jî Reşahat Ada axivî û ev tişt anî ziman: “Banga min ji wezîrê edaletê û serokomarê Tirkiyeyê ev e; em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin. Banga me ew e ku edaletê pêk bînin.”    Çalakiya malbatan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.