Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye 2022-03-23 16:33:03   WAN - Têkoşîna edaletê ku malbatên girtiyan li Wanê dane destpêkirin di roja 97’emîn de berdewam dike.    Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 97’emîn de berdewam dike. Dayika girtî Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr û dayika Sînan Karel ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin Zeynep Dayan îro nobed girt. Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Penaberan a Serhatê serdana malbatan kir.    ‘BILA GIRTÎ WERIN BERDAN’   Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Penaberan a Serhatê Gulşen Kûrt a serdana malbatan kir, diyar kir ku her tim piştgiriyê didin berxwedana dayikan. Kûrt, polîtîkayên desthilatê yên ser girtîgehan rexne kirin û wiha got: “Polîtîkayên desthilatê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin û mafê jiyanê yê girtiyan binpê dikin. Em dixwazin ku desthilat van polîtîkayên xwe demildest di ber çavan re derbas bike, girtiyên nexweş demildest berde û li girtîgehan îşkence û mirin bi dawî bibin. Divê Wezarî Dadê demildest dengê dayikan bibîhize.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Kûrt, destnîşan kir ku divê zêdetir li daxwazên dayikan xwedî bê derketin û bang li hemû rêxistinên sivîl ên civakî kir ku piştevaniya dayikan bikin.