Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin 2022-03-23 16:54:39   AMED - Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku tevî astengiyan jî zêdetirî milyonekî kes barikat hilweşandin, tevlî pîrozbahiyê bûn û da zanîn ku bi milyonan kes xwedî li Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan derketin.    Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, têkildarî Newroza bi heybet a 21'ê Adarê ya li Amedê, li otela New Gardenê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag û Remziye Tosûn jî tevlî civînê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ê ewilî di civînê de axivî, anî ziman ku di Newrozê de gel dîmenekî dîrokî nîşan da û got: “Ji bo vî dîmenê ku hêviyê dide civakê, em spasiya gelê Amedê dikin ku bendewariya hin kesên ku li benda lawaziya Newrozê bûn, têk bir. Xwediyê vê Newrozê gelê me ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê destpêkê got 'me destûr da', piştre jî bi qedexekirinê wê bigotina 'Binerin kes xwedî li HDP'ê derneket'. Dixwazin ku 50-100 hezar kes tevlî bibin. Hêzeke mezin li Amedê civandin. Bi deh hezaran polîs li kolanên Amedê bi cih kirin. Gel ji bo xwe bigihîne qada Newrozê neçar ma ku ji 4-5 nuqteyên kontrolê derbas bibe. Yên xwestin biçin qadê 4-5 saetan hatin rawestandin û piştre karîbûn xwe bigihînin qadê. Dema ku israr û biryardarî dîtin, hin derî bi temamî girtin û ketina li qadê qedexe kirin. Êrişî gel kirin. Bi gazê, bi ava şid êriş kirin û bi copan li mirovan xistin. Bi sedan kes binçav kirin. Tevî her tiştî jî nekarîn li pêşiya milyonek mirovî bibin asteng.”   ‘KES NIKARE ÎRADEYA GELÊ ME BIŞIKÎNE’   Ceylan, diyar kir ku rewşeke bi heman rengî li derdora dikê qewimî û wiha berdewam kir: “Bi sedan polîs li derdora dikê bi cih kirin ji bo em nikaribin karê xwe bikin. Ev dîmenekî provokatîf bû. Eger em ne bi sebir bûna wê tehlûkeyeke mezin rû bida. Ew ê jî nikarîbûna ji binî rabin. Em ji gelê Amedê re minetdar in. Hem astengî, zext, destgîrkirin û girtin red kirin hem jî zemînê provokatîf pûç kirin. Yên ku digotin 'Em ê îradeya gelê Amedê bişikînin', gelê Amedê peyama 'Kes nikare îradeya gelê Amedê bişikîne' da. Ev dîmen dîmenekî ji rêzê nîne. Bi ruhê serî natewîne yê bi milyonan Amediyan ev dîmen hate afirandin.”   Ceylan, bi bîr xist ku 6-7 sal in zext li ser siyaseta demokratîk hene û wiha bi lêv kir: “Êrişî ziman, çand û hebûna me kirin. Lê belê weke encam, ev êriş li Newrozê pûç bûn. Kurd û dostên wan di vê Newrozê de bi îradeyeke mezin xwedî li hêviya aştiyê û siyaseta demokratîk derketin.”   Ceylan, bi bîr xist ku partiyên Tifaqa Kurdistanî di 10'ê Adarê de bi deklarasyona Newrozê daxwaza rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, azadiya û yekîtiya kurdan, azadiya perwerdeya bi kurdî û berdana girtiyên nexweş kir û destnîşan kir ku di Newrozê de xwedî li van daxwazan hate derketin.    ‘DIVÊ TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ RAKIRIN’   Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku tevî her cûre provokasyonan jî Newroz hate pîrozkirin û wiha got: “Gelê me li her derê tevlî pîrozbahiyan bû û xwedî li deklarasyonê derket. Li dijî şer, nîşan da ku îradeya aştiyê çiqasî xurt e. Bû Newrozek wisa ku polîtîkaya tecrîdê û ya li ser girtîgehan hatiye pûçkirin. Îradeyeke wisa li qada Newrozê ya Amedê hate nîşandan ku divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, girtiyên siyasî hemû bêne berdan û pirsgirêka kurd ne bi şer lê bi rêya aştiyê û danûstandinan bê çareserkirin.”   ‘ASTENGIYAN BERIYA NEWROZÊ DEST PÊ KIRIN   Endamê Meclîsa HDP’ê parêzer Serhat Eren jî diyar kir ku astengiyan beriya Newrozê dest pê kirine. Eren, da zanîn ku li Erxeniyê di dema pîrozbahiyê de gelek kes hatin destgîrkirin û got:  “Beriya Newrozê 24 jin hatin binçavkirin û 11 ji wan hatin girtin. Derbarê 36 siyasetmedar û jinên di nav xebatan de ne biryara girtinê hate dayîn û 17 ji wan hatine binçavkirin. Rojek piştî Newrozê beriya ku wan bibin edliyeyê, ji ser meseleyeke biçûk a ku wê li dozgeriyê jî îfadeya wan neyê stendin hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. Bi vî awayî nehiştin ku hevalên me tevlî Newrozê bibin.”   ‘PARLAMENTER JI BER CILÊN XWE HATIN ASTENGKIRIN’   Eren, qala astengiyên li bendên kontrolê yên têketinên qada Newrozê kir û diyar kir ku ji ber cilên neteweyî û bandajan polîsan nehiştin ku gelek kes têkevin qadê û bi heman hincetan gelek kes hatin binçavkirin. Eren, diyar kir ku parlementerên ji Herêma Kurdistanê ya Federal hatine, ji ber cilên xwe yên rojane li xwe dikirin, demeke dirêj hatine astengkirin. Eren qala civîna li Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya beriya Newrozê jî kir.    Eren, diyar kir ku di wan civînan de ji bo ku gel bi hêsanî têkeve qadê wê qaşo bendên kontrolê bihatina zêdekirin lê bal kişand ser vî tiştî ku rewşeke berovajî vî tiştî derketiye holê. Eren bi bîr xist ku mirov li bendên kontrolê kom bûne, polîsan zemîna provokasyonê ava kirine, bi jop û gazê mudaxeleyî mirovan kirine û got : “Ligel vî tiştî jî mirovan xwestin têkevin qada Newrozê.”   Eren, bi lêv kir ku di pratîkê de Newroz hatiye qedexekirin, di roja Newrozê de 500 kes hatine binçavkirin û 80 ji van kesan jî zarok in. Eren diyar kir kesên hatine destgîrkirin polîsan ew birine qereqolên cuda û bi saetan li ber hewaya sar dane sekinandin. Eren diyar kir ku wê di rojên pêş de raporeke berfireh amade bikin. Eren bal kişand ser vî tiştî ku hinek zarok êvarî û hinek zarok jî bi şev piştî stendina nimûneya xwînê, ji aliyê dozgeriyê hatine berdan.