Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin 2022-03-23 17:22:29   ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ên navçeya Cizîrê de 3 welatî hatin binçavkirin.    Li navçeya Cizîra Şirnexê di saetên serê sibê de di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bi rê ve dibe de li Taxa Cûdî Kasim Dayar (55), li Taxa Konakê Abdûllah Akman (40) û ji Gundê Dirseklî Serdar Acar (44) hatin binçavkirin.    Her sê kesên ku sedemê binçavkirina wan nehate zanîn, hate diyarkirin ku birine li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê.