Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin 2022-03-23 18:51:48   STENBOL – Di danişîna doza Dayikên Şemiyê de, serokê dadgehê pirsa rapora derbarê birîndarkirina polîsan de ya di dosyeyê de tune ye kir. Li ser vê Hasan Karakoç, birayê Ridvan Karakoçê winda got: "Li ser pişta me hemûyan dewsa copên polîsan hene. Kesî tahde li polîsan nekiriye û tu polîs birîndar nebûne."    Xizmên windayan di 25'ê Tebaxa 2018'an de, di hefteya 700'emîn a çalakiya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina kiryaran de, li Qada Galatasarayê li hev kom bûbûn. Piştî lihevkombûnê polîsan êriş biribû ser wan. Di êrişê de Dayikên Şemiyê jî di nav de 46 kes hatibûn binçavkirin û bi sûcê "civîn û xwepêşandana bêdestûr" derbarê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna 4'an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 27'an a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Hin kesên tên darizandin, parlementerên Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) Huda Kaya û Mûrat Çepnî, Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, gelek parêzer û parêzvanên mafên mirovan tevli danişînê bûn.    Danişîn ewilî bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Paşê parêzer Volkan Ûyar axivî. Ûyar, destnîşan kir ku ya li xizmên windayan hatiye kirin neheqî ye û got: "Ger polîs ne li wir bûna dê tu pirsgirêkê rû nedana. Lê pols xwetsin têkoşîna mafan asteng kirin. Kesên di bin çavan de hatine windakirin wekî terorîst îlan dikin û kesên hesabê kiryarên nediyar dipirsin jî tên terorîze kirin. Angaştên tên kirin hemû pûç in."    Piştî parêzer Ûyar, Hasan Karakoç, birayê Ridvan Karakoçê di bin çavan de hatiye windakirin axivî. Karakoç, bilêv kir ku ew doza lêpirsîneke çalak dikin û wan kesî nerihet nekiriye û tiştên qewimîne ji ber wan neqewimîne.    Paşê heyeta dadgehê pirsa rapora derbarê birîndarkirina polîsan de ya di dosyeyê de tune ye kir. Li ser vê Hasan Karakoç got: "Li ser pişta me hemûyan dewsa copên polîsan hene. Kesî tahde li polîsan nekiriye û tu polîs birîndar nebûne."    Parêzerê Karakoç Ozturk Turkdogan jî got: "Doza ji bo edalet û heqîqetê divê ev qasî en zehmet be. Walîtiya Beyoglûyê dibêje min biryar girtiye, lê Suleyman Soylû dibêje 'min qedexe kiriye'. Ev çi ye? Çalakiyên rûniştinê dê di rojên pêş de bidomin. Em wisa difikirin ku divê ev doz bi beraetê bi dawî bibe. Her wiha di îdianameyê de derbarê birîndarkirina polîsan de jî tiştek tune ye. Ez ji bo wê jî doza lêpirsînekê dikim."    Piştî Turkdogan xizmên din ên windayan jî xwestin kesên ew binçavkirine bên darizandin û astengiyên li ber Qada Galatasarayê bên rakirin.    Piştî parastinan meqama îdiayê jî xwest xalên kêm bên temamkirin. Heyeta dadgehê jî danişîn taloqî 21'ê Îlonê kir.