Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin 2022-03-23 21:40:37   STENBOL – Polîsan îro avêt ser avahiya HDP'ê ya Kartalê. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu bertek nîşan da û destnîşan kir ku ev êriş, êrişa kesên ku Newrozê tehemul nekirine bi xwe ye û bal kişand ser têkoşînê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a stenbolê, li ber avahiya partiyê ya navçeya Kartalê ku îro polîsan avêtibû ser wê daxuyanî da. Rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Şoreşger û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeya "Bijî berxwedana HDP'ê" hat berzkirin.    Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka HDP'ê ya Kartalê Aygul Sîncar Karataş axivî. Karataş, got: "Ruhê gel li her çar erdnîgariyan xwe di Newrozê de da der. Bi milyonan kes ber bi qadên Newrozê ve herikîn. Hin kesan ev yek tehamûl nekirin. Em ê ji niha bêtir bixebitin."   Hevserokê navçeyê Mete Aşan jî got: "Em ê tu carî paş de gav neavêjin. Em ê ji niha û pê ve têkoşînê hîn bêtir bilind bikin. Em ê kuçe bi kuçe bitêkoşin û HDP'ê mezintir bikin. HDP, hêviya gelê kurd û gelên bindest e."    'NEWROZÊ HEZM NEKIRIN'   Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku ev êriş, êrişa kesên ku coşa Newrozê tehemûl nekirin bi xwe ye û got: "Bi milyonan kes ji bo pîrozbahiya hatina biharê û ji bo parastina azadî, demokrasî û edaletê daketin qadan. Kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êriş dikin. Çawa ku gelê me li bajarên Kurdistanê, li metrepolên Tirkiyeyê li qadên Newrozê coşa xwe diyar kirin û barîkat xera kirin, em ê jî van êrişan û kesên van êrişan dikin birûxînin û xera bikin."    Endama Desteya Rêvebir a SODAP'ê Tulay Korkûtan jî got: "Em bang li kesên ku polîsa şandine vir dikin; hûn ê nikaribin me biqedînin, em dev ji têkoşînê bernadin."    Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê NEvzat Kiliç jî got: "Hincetên vê êrişê diyar in; nehezmkirina coşa Newrozê û 8'ê Adarê ye. Lê bi soz gava em faşîzmê birûxînin, em îqtidara heyî bişînin em ê cardin li vira soza xwe ji gelê xwe re bibêjin."