Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e 2022-03-24 09:01:58 RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, diyar kir ku daxwaza azadiya Ocalan mohra xwe li Newroza 2022'yan daye û wiha got: "Divê her kes ji vê daxwazê re rêz bigire. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî neçar hat hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, 23 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de girtî ye. Hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin. Di 23 salan de tenê destûr hatiye dayîn ku parêzerên Ocalan 442 caran pê re hevdîtin bikin. Rexmî ku weke her girtî mafê Ocalan yê axaftina bi telefonê heye jî heta niha destûr hatiye dayîn ku tenê carekê vî mafê xwe bi kar bîne. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de axaftina Ocalan a bi telefonê hatibû birîn û ji wê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin.   Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ku herî dawî bi rêya telefonê bi Ocalan re axivî, Mehmet Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên hevdîtinên wan ku nayên bersivandin û dengê ku di Newroza 2022'yan de bilind bû ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) nirxand.  'MÎNAKA TECRÎDÊ DI CÎHANÊ DE TUNE YE'    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku mînaka tecrîda li Îmraliyê di cîhanê de tune ye û got: "23 sal in tecrîd berdewam dike. Dem dema tecrîd giran dibe dem dema jî sivik bû lê herdem heye. Dewleta tirk siyaseta xwe li ser vê avadike. Nêzîkatiya wan a li dijî birêz Ocalan û pirsgireka kurd bi hev ve girêdayî ye. Me qet ne bihîstiye ku di cîhanê de mînaka vê tecrîdê heye. Pir giran e. 4 mirov di nava behrê de, di bin tecrîde de ne. Mafê mirovan xistine bin pêyan."   'DEWLET XELET DILÎZE'    Mehmet Ocalan bi bîr xist ku herî dawiyê di 25'e Adara 2021'an bi birayê xwe re bi telefonê axivî û wiha berdewam kir: "Midûrê Girtîgeha Îmraliyê li min geriya û ez çûm Edlîyeya Rihayê. Li ser daxwaza wan çûn. Di axaftinê de birêz Ocalan ku ji min pirsî 'Kê tu anî? Tu çawa hatî? Tu bi gotina kê hatî? Min jî bersiv da. Wî jî got 'Hatina te ne rast e û ya dewlet jî dike ne rast e. Dewlet divê li gorî zagonên xwe gavan biavêje. Divê hevdîtin fermî be. Ev ne rast e nayê qebûlkirin. Divê parêzerên min werin cem min.' 3-4 deqîqeyan em axivîn û telefon qut bû. Ev ne însanîye, ne qanunî ye, em vê yekê qebûl nakin."   'CPT ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'    Mehmet Ocalan anî ziman ku ev salek e ji Ocalan tu agahî nayên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di cîhanê de mînakê vê tecrîdê tune ye. Ne parêzer ne malbat saleke agahî nastînin. CPT şirîkê vî sûcî ye. Ev tişt nayê qebûl kirin. Dewlet dibêje qanûnên min hene lê wan bin pê dike. Salekê em agahî ji birêz Ocalan nastînin, lê Serokkomarê tirk derdikeve li ser navê birêz Ocalan şiroveyan dike. Em ê çawa vê qebûl bikin? Hevdîtina ma ne fermî bû. Birêz Ocalan got ku 'dewlet xelet dilîze'. Ev xeletî saleke berdewam dike. Li Tirkiyeyê ji bilî HDP'ê û çend partiyên bi HDP'ê re dimeşin, tu kes nabêje çima agahî ji 4 mirovan tune ye? Ji bilî Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) tenê tu sazî dengê xwe bilind nakin û nabêjin ev çiye? Ev pir şerm e. Yên ku dixwazin bi rêya kurdan bibin desthilat nikarin Îmraliyê nebînin."   'DIVÊ HER KES GUH BIDE DENGÊ NEWROZÊ'    Mehmet Ocalan bal kişand ku bi milyonan mirov ji fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bi bandor bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Birêz Ocalan îradeya gelê kurd e. Di Newrozê da milyonan kesan ev bi dengekî bilind anîn ziman. Ji 7 salî heta 70 salî herkesê li qadan azadiya birêz Ocalan xwestin. Tenê Serok Apo dikare Pirsgirêka Kurd çareser bike. Di cîhanê de herkes vê yekê dizane. Ev ji bo dewletê ezmûneke. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Bila tu kes muxababên sûnî çênekin. Divê deriyê Îmraliyê were şikandin. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e. Li her cihî kurdan û dostên wan li qadan bang kirin û gotin 'êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e'. Divê her kes guh bide dengê ji Newrozê bilind bûyî."    MA / Emrûllah Acar