Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane 2022-03-24 09:42:41   ÊLIH - Malbatên girtî Ramazan Tûran û Selman Buyuktop ên ku di dema sewqê de bi lêgerîna tazî û îşkenceyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan.    Ramazan Tûran û Selman Buyuktop ên li Girtîgeha Rihayê Jimara 1’an a Tîpa T’yê girtîbûn di 4’ê adarê de sewqî Girtîgeha Çorûmê ya Tîpa L’yê hatibûn kirin. Her du girtiyan ragihand ku di dema sewqê de ew bi lêgerîna tazî û îşkenceyê re rûbirû mane.    Bavê Ramzan Tûran, Ekrem Tûran diyar kir ku kurê wî 6 sal in girtî ye û 4 girtiyên bi kurê wî re li heman qawişê bûne bi awayek bêserûber hatine sewqkirin û wiha got: “Tundiyê li wan kirine û wan li wesayîta rîngê siwar kirine. Destûr nedane wan ku eşyayên xwe jî bigirin. Tundiyê li Rihayê dest pê kiriye heta Çorûmê dewam kiriye. Li Girtîgeha Çorûmê bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin. Lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”    'ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSIYAR E’    Tûran anî ziman ku girtiyan bi darê zorê lêgerîna tazî li girtiyan kirine û gardiyanan êrişî wan kiriye û ew li Girtîgeha Rihayê geriyane û agahî nedane wan. Tûran da zanîn ku ew çar roj şûn ve hîn bûne ku girtiyên wan sewqî girtîgehek din kirine û got: “Girtîgeha bi qanûnên kêfî tên birêvebirin. Îşkence, zext, tundî û muameleyên dij mirovî bi awayek rûtîn pêk tên. Tiştek were serê kurê min îdareya girtîgehê berpirsiyar e.”    PÊ LI SERÊ WAN HATIYE KIRIN    Bavê Selman Buyuktop, Salîh Buyuktop jî diyar kir ku kurê wî 5 sal berê hatiye girtin, 17 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û ew her tim bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimîne. Buyuktop destnîşan kir ku dema kurê wî hatiye sirgûnkirin bi muameleya xerab re rûbirû maye û got: “Nehiştine ku cilên xwe jî li bigirin. Tundiyê li ser girtiyan ji Rihayê heta Çorûmê dewam kiriye. Di ketina girtîgeha Çorûmê de bi lêgerîna tazî re rûbirû hatine hiştin. Girtî li dij derketine. Gardiyanan wan li erdê dirêj kiriye û pê li serê wna kirine. Dil aş û serûçavê wan de şopên îşkenceyê hene. Cilên li ser wan derxistine. Cezayê hucreyê yê 15 rojan li wan hatiye birîn.”   SERÎ LI ÎHD’Ê DAN    Buyuktop wan çend rojan ji zarokên xwe agahî negirtine û her çiqas ew li girtîgehê geriyane jî lê agahî nedane wan. Buyuktop got heke malbata Ramazan Tûran agahî neda wan dê hêj agahiya wan nebûya û zarokên wan niha jî bi binpêkirina mafan re rûbirû ne.    Malbata Tûran û Buyuktop li dijî tiştên hatine serê zarokên wan û binpêkirinên mafan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê dan û piştevaniya hiqûqê daxwaz kirin.