Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin 2022-03-24 10:03:39   EDENE - Endamên Weqfa Fûrkanê ku li Edenê polîsan bi çoyan li wan da, diyar kirin ku polisan xwestiye wan bikujin û xwestin ku polisên li wan dane bên darizandin.    Di 20'ê adarê de endamên Weqfa Fûrkanê li Edenê xwestibûn ji bo 8 endamên xwe yên girtî meş li dar bixin. Polisan destûr nedabû vê meşa wan û bi çoyan li endamên weqfê dabûn û îşkence li wan kiribûn. Di encama vê êrişa polisan de kurê damezrînerê weqfê Alparslan Kûytûl jî di nav de 600 endamên weqfê birînda bûbûn. Waliyê Edenê, îşkence polisan parast û tenê derbarê 2 polisan de lêpirsîn da destpêkirin. Ji bilî Waliyê Edenê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî derbarê êrişa li endamên weqfê de axivîn û îşkenceya ku hatibû kirin parastin û endamên weqfê û endamên wê sûcdar kirin.    'BÊYÎ KU HIŞYAR BIKIN ÊRIŞ KIRIN'   Endamên weqfê yên polisan li wan da û birîndar bûbûn, serboriya xwe vegotin.    Endamê Weqfa Fûrkanê Hasan Çelîk ku di êrişa polisan de birîndar bûbû, diyar kir ku di 20'ê adarê de bi êrişeke dijwar a polisan re rû bi rû mane û wiha got: "Bêyî ku hişyarî bikin polisan bi guleyên plastîk û çoyan êriş kirin. Gazê berî ser çavê me dan û bi pihînan li ser û newqa me xistin. Polisan hewl da me bikujin. Di êrişa polisan de pozê min şikiya û di serê min de xesar heye. Kesên ku bi telefona dîmen kişandin polisan zêdetir li wan da. Me rapora lêdanê girtiye em ê giliya polisan bikin."   'KESEK JI XWEDÊ RE KESEK JÎ JI MIROVAN RE SECDE DIKE'   Endama weqfê Fatma Kardaş, destnîşan kir ku ji ber êrişa polisan matmayî maye û ev tişt got: "Polisan êrişî me kir û heqaret û çêr li me kirin. Me tiştekî ku polisan sor bikin nekiribû. Lê polisan li kuçeyê îşkence li me kirin. Poliseke sergirtî îşkence li min kir. Bi salan e ez têkoşîna sergirtinê didim. Kesek ji Xwedê re kesek jî ji mirovan re secde dike."   'EM NAYÊN WÊ QADÊ'   Endama weqfê Sumeyya Ûçar, bi lêv kir ku polisên jin û zilam tev li wan dane û wiha got: "Dema ku min xwest alîkariya kesekê ku ji gazê bibandor bûbû bikim polisan êrişî min kir. Şerpa min qetandin. Rexmî ku min ji polisan re got ez nexweşa şekir im jî du polisên jin ji nêz ve gazê li min reşandin. Ez ji xwe ve çûm. Ekîbin tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê jî mudaxaleyî min nekirin. Ambûlansê jî got, 'Em we aresteyî polisan dikin, em nikarin bên wê qadê'. Min rapora lêdanê girt û ez ê gilî bikim."   XWESTIN POLIS BÊN CEZAKIRIN   Endama weqfê Zelîha Taş ku polisan lê da, xwest ku tundî li tu kesî neyê kirin û polisên tundî li wan kirin bên cezakirin. Endamê weqfê Umît Karasû jî da zanîn ku rexmî di destê wî de qamera hebûye jî polisan lê daye û got ku polisan hewl daye wan bikujin û xwest ku polisan li wan dane bên cezakirin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Selman Guzelyuz