Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin 2022-03-24 10:20:37   ANTEP - Dayîka Ayten Beçet a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dawî li jiyana xwe anî Fatma Beçet, anî ziman ku salek e ji Ocalan agahî nayê girtin û got: "Em aştiyê dixwazin. Em şer û tundiyê naxazin. Tecrîd nayê qebûlkirin”    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 8'ê Mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya ku li hemû girtîgehan belav bû û bi deh hezaran girtî ketin grevê di 30'ê nîsana 2019’an de girtiyan çalakiya xwe derbasî Rojiya Mirinê kir. 200 roj piştî çalakiyê li ser banga Ocalan çalakgeran dawî li çalakiyê anîn. Di çalakiya 200 rojan de li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan Ayten Beçet, li Girtîgeha Oltuya Erziormê ya Tîpa T’yê Zehra Saglam, li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E’yê Medya Çinar, li Girtîgeha Xarpêtê Mahsum Pamay, li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê Yonca Akici, li Girtîgeha Osmaniyeyê Siraç Yuksek û li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ugur Şakar, bi armanca tecrîdê şermezar bikin dawi li jîyana xwe anîn.    Piştî çalakiya parêzerê Ocalan 8 sal şunde pêre hevdîtin kirin. Bi bangawazîya Ocalan çalekiye greva birçîbûnê bi dawî bûn. Ocalan 23 sala tenê 2 cara bi rêya têlefona malbata xwe re axivîye. Herî dawiyê di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê axivî. Piştî ev hevdîtina di nîvî de qut bû, ev salek e agahî ji Ocalan nayê girtin.    3 sal berê di 23'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan Ayten Beçet li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû. Salvegera çalakiya Ayten Beçet e ku saleke agahî ji Ocalan nayê girtin.    LI ŞÛNA ZANÎNGEHÊ TEVLI XEBATÊN ÇAND Û HUNERE DIBE    Malbata Beçet, di sala 1990'î de ji Gundê Êrkendê ya bi ser navçeya Berwarî ya Sêrtê ve koçî Dîlokê dike. Aytenê di sala 1991'an de li Dîlokê ji dayik dibe. Dibistana sereteyî û lîse li Dîlokê xelas kir. Piştî lîse fakulteya endezyariyê qezenc kir, lê li şûna biçe zanîngehê bixwîne, çû qeyda xwe li Şaxa Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Mêrsînê çêkir û tev li xebatên çand û hunerê bû.    9 SALAN GIRTÎ MA   Beçet, dema li Dîlokê xebatên çand û hunerê dikir, di sala 2008'an de polîsan ew binçav kir û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Karataş a Edeneyê. Beçet 3 meh û 10 rojan girtî ma û di danişîna yekemîn de hat berdan. Beçet di sala 2011'an de dema li Mêrsînê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, polîsan vê carê li nexweşxaneyê ew binçav kirin û bi heman îdiayê girtin. Dadgehê vê carê dîsa Beçet şandin Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê. Beçet nêzî 2 salan li vir girtî ma, 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di sala 2013'an de derbarê wê de 9 sal cezayê girtîgehê birî û ew serbest berda. Beçet, salek şûnde dîsa hat girtin û dîsa şandin heman girtîgeha Karataşê. Ji wir sewqî Girtîgeha Mûşê ya Jinan kirin. Piştî 3 sal û 6 meh şûnde jî wê sewqî Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan kirin. Beçet salek û 9 meh şûnde di 23'yê Adara 2019’an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî.    CENAZE REVANDIN   Ewil cenazeyê wê şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dema malbata Beçet çû cenazeyê keça xwe ji ATK’ê werbigire, polîsan cenaze ji ATK’ê revandin û bêyî malbatê anîn Dîlokê. Hêj malbat di rê de bû dozgeriyê agahî da malbatê û diyar kir ku cenaze birine Dîlokê. Malbat di nîvê rê de vegeriya Dîlokê.    ŞAREDARIYÊ MALA ŞÎNÊ NEDA MALBATÊ    Piştî malbat hat Dîlokê xwestin bi merasimekê cenazeyê keça xwe veşêrin. Lê polîsan destûr neda û ewil xwest tenê 5 kes cenaze veşêrin. Piştî nîqaşan polîsan tenê destûra 20 kesan da ku cenaze veşêrin. Malbatê nîvê şevê di bin dorpêça polîsan de cenaze veşart. Malbatê xwest li Mala Şînê sersaxiyên xwe qebûl bike lê Şaredariya Dîlokê deriyê mala şînê li malbatê girt û destûra şînê neda.    Dayîka Ayten Beçet, Fatma û bavê wê Sabrî Beçet, di salvegera çalakiya keça xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    'EZ BI KEÇA XWE SERBILIND IM'   Fatma Beçet, anî ziman ku ewil hevjînê wê Sabrî Beçet agahî da wê û bibîr xist ku ku êşa wê bi îşkencekirina cenazeyê keça wê hin behtir zêde bûye. Beçet, anî ziman ku her dem bi keça xwe serbilind e û wiha got: "Berî çalekiyê bi rojêkî em axivîn. Di telefonê de got 'Dema hevalên min di grevê de bin û ez ne di grevê de bim, pir zora min diçe'. Ji ber tevli çalakiyê nebû 3 rojan giriya. Pir xemgîn dibû. Keça min her tim dixwest piştgiriyê bide çalakiya grevê. Digot, ‘Dayê piştgiriyê bidin. Em aştiyê bînin. Hûn çima danakevin qadan û aştiyê naxwazin? Êdî bes e bila dayik negirîn. Eger em aştiyê nînin ez ê xwe ji bo Kurdistanê feda bikim’. Di hevdîtina me ya dawî de got dê 10-20 rojan ne axive. Lê me fam kir ku ev axaftina wê ya dawî bû. Roja din agahiya şehîdbûna wê hat."   'DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE’     Beçet, da zanîn ku saleke agahî ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Divê her kes dengê xwe li hemberî vê yekê bilind bike. Tecrîd nayê qebûlkirin. Êdî bila li girtîgeha ti kes nemire. Kurd bila destê xwe bidin destê hev û bi hev re bimeşin. Em aştiyê dixwazin. Tundî û şer naxwazin. Êdî bila ev şer bi dawî bibe. Êdî bes e. Heya dilopek xwîn di laşê min de hebe ez ê şopdarê doza keça xwe bim."   'ÊDÎ BILA DAYIK Û BAV NEGIRÎN’    Bavê Ayten Beçet, Sabri Beçet jî destnîşan kir ku ew her dem keça xwe bi wî kenê wê yê xweşik tîne bîra xwe û wiha got: “Keça min bi her kesî re hevaltiyek xweşik dikir. Heya em saxbin em ê şopdarê doza wê bin. Çi cudahiya keça min û hevalê wê yên din tune ye. Em jiyanek bi rûmet dixwazin. Dayik her dem bi êş kulan re rûbirû dimînin. Êdî bila dayik û bav negirîn. Me cenazeyê keça min bi îşkenceyê spart axê. Ev li dijî mirovahiyê ye. Keça min li dijî tecrîdê çalekî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî. Ev salek e agahî ji birêz Ocalan nayê girtin, ev yek nayê qebûlkirin."   MA / Emrûllah Acar