Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin 2022-03-24 10:28:17   ESKÎŞEHÎR - Hevseroka HDP'a Eskîşehîrê Şukriye Ercan ku ji ber axaftina xwe ya Newrozê hat binçavkirin, li emniyetê ev pirs jê hat kirin: "Têkiliya we ya bi Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya re çî ye?"   Duh Emniyeta Eskîşehîrê bi hinceta meşa "Bila zem bên vekişandin" ku di 12'ê Sibatê de li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Eskîşehîrê li bajar hatibû lidarxistin Hevseroka HDP'a Eskîşehîrê Şukriye Ercan vexwend îfadeyê. Dema ku îfadeya Ercan li Şaxa Ewlehiyê ya Emniyetê dihat girtin ji aliyê Şaxa TEM'ê ya Emniyetê ve hat binçavkirin.    PIRSÊN KU JI ERCAN HATIN KIRIN   Polisên TEM'ê Ercan birin TEM'ê û bi hinceta axaftina wê ya Newrozê ya di 20'ê adarê de bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" îfadeya wê girtin. Polisan, derbarê  Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Mahîr Çayan de ji Ercan ev pirs kirin: "Têkiliya we ya bi Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan re çî ye? Ji malbat û ango xizmên te kes di nav PKK/KCK'ê de xebat dike yan jî ji van sûcan kes hatiye binçavkirin û girtin?"   Piştî ku îfadeya wê hat girtin Ercan hat berdan.