Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve 2022-03-24 11:35:37   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne vê peyamê parve kir: “Dê dawî li hiqûqa serdestan were. Rûmeta mirovahiyê û edalet dê bi ser bikeve.”    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê girtî ye bê berdan, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 381’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin li ber edliyê û noebed girtin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Rojekê helbet dê dayika ji bo edaletê li ber edliyê têdikoşe bi ser bikeve. Dê dawî li hiqûqa serdestan were. Rûmeta mirovahiyê û edalet dê bi ser bikeve.”