Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye 2022-03-24 13:26:47   ENQERE - Welatiyê bi navê Bekir Guven ku ji sedî 98 astengdar e û 3 rojan li girtîgehê hat ragirtin, ev bû 2 meh ku di beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê de dimîne.    Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî, li welatiyê bi navê Bekir Guven ku ji sedî 98 astengdar e 22 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Guven, di 20’ê îlona 2021’an de hate girtin, 3 roj piştre ji ber giranbûna nexweşiyê rakirin nexweşxaneyê û ev 2 meh in jî di beşa lênihêrîna awarte de dimîne.    Guven ku bi nexweşiya Huntingtonê (nexweşiya ku hêmaya bingehîn a sazûmana rehikan noronan hedef digire û rê li ber tevgerînê digire) ketibû, li ser hewldanên parêzeran 3 rojan piştî girtinê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê. Lijneya Tenduristiyê ya nexweşxaneyê ji bo Guven rapora “ji ber rewşa tenduristiyê bila cezayê wî bê taloqkirin” amade kiribû û Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê jî ev rapor erê kiribû. Piştî ku ATK’ê rapor erê kirî, Guven bi biryara Dozgeriya Girtîgeha Eskîşehîrê ve hatibû berdan.    BI WESAYÎTA RÎNGÊ BIRIBÛN ATK’Ê    Guven ku nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike û 24 saetan pêdiviya wî bi lênihêrînê heye, li girtîgehê di hucreya yekkesî de hatibû girtin û li ser bertek û hewldanan jî rakiribûn nexweşxaneyê. Jê re hatibû gotin ku dê bi ambulansê ji nexweşxaneyê bibin ATK’ê lê belê bi wesayîta rîngê biribûn û 3 saetan di rê de mabû.    PIŞTÎ GIRTÎGEHÊ REWŞA WÎ GIRAN BÛ    Hevjîna Guven, Rûkiye Guven wê demê ji ajansa me re wiha gotibû: “Heke tenê 4 mehan jî li girtîgehê bimîne, ev tê wê wateyê ku dê nexweşiya wî bi qasî 4 salan xerabtir bibe. Ji ber ku strês dike ku nexweşî zûtir pêş bikeve.” Têkildarî rewşa dawî ya hevjînê xwe jî Guven ev agahî dan: “Hevjînê min piştî ku ji girtîgehê derketî, qet bi ser xwe ve nehat. Çend rojekên ku di girtîgehê de mayî kir ku nexweşiya wî bi qasî 4 salan pêş bikeve. Cara yekemîn kete erdê û xwîn rijiya ser mejiyê wî. Ev bû 2 meh ku di beşa lênihêrîna awarte de dimîne. Rewşa wî xeternak e. Bijîşk dibêjin ku dê nekare bi sax ji nexweşxaneyê derkeve.”    DESTÊN WÎ KELEMÇE KIRIBÛN   Guven ku piştî berdanê axaftineke kin bi ajansa me re kiribû, tiştên ku bi serî wî hatibûn wiha vegotibûn: “Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş cihên guncav nînin. Min, ev jiya. Divê girtiyên nexweş di zûtirin dem de bên berdan. Dema ez derxistîm pêşiya şandeyê, polîsekî hewl da destên min kelemçe bike. Ev sê roj, nexweştirîn rojên jiyana min bûn.”