ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin 2022-03-24 14:46:00   HATAY - ÎHD’a Hatayê diyar kir ku girtiyên ji Efrînê li Girtîgeha Yayladaga Hatayê tên ragirtin ji her cûre mafî bêpar tên hitşin û nayên tedawîkirin û dê ji bo vê yekê serî li AYM’ê bidin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Hatayê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Yayladaga Hatayê ya Tîpa T’yê de raporek amade kir. Rapor li ser hevdîtina parêzerên ÎHD’ê ya li gel girtiyan hat amadekirin û binpêkirinên mafan ên girtî bi wan re rûbirû mane di raporê de cih digire.    Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên ji Efrînê li girtîgehê hene, îtîraz û parastinên wan li ber çavan nayên girtin û mafên wan darizandina adilane û parastinê tê binpêkirin û derbarê tiştên diqewimin de dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.    Di raporê de hat gotin girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû mane û girtî ji ber ditirsin serî li rêveberiya girtîgehê nadin û mafê tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku qedexekirina tiştên li dijî rûmeta mirovahiyê û îşkencey û muameleya xerab tê binpêkirin û divê derbarê girtiyan de di warê hiqûqa ceza de demildest lêpirsîn bê destpêkirin.    'DI QAWÎŞEKÊ DE 14 KES TÊN GIRTIN’    Di raporê de hat gotin M.M.D. û M. V.Î., di 2018’an de li Efrînê ji aliyê OSO’yê ve hatine binçavkirin û îşkence li wan hatiye kirin û pişt re radestî Tirkiyê hatine kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku her du welatî bi îdiaya “xerakirina yekîtî û tevahiya dewletê” hatine cezakirin û her du girtî di heman qawîşê de ne û nêzîkî 4 salan e bi 12 kesên ku xwe wek “serbixwe” pênase dikin re dimînin.    'DI LAŞÊ WÎ DE PARÇEYÊN ŞARAPNELÊ HENE’    Di raporê de hat destnîşankirin ku M.M.D., bi rêya parêzeran diyar kiriye ku ew ji aliyê OSO’yê ve li Efrînê hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin û ji ber gule berdanê lingek wî hatiye jêkirin û parçeyên şarapnele di laşên wî de hene. Di raporê de hat gotin dema girtî dibin girtîgehê jî tundiyek giran lê tê kirin.   REWŞA WAN GIRAN DIBE    Di raporê de hat diyarkirin ku her tim cezayên dîsîplînê li A.S.T. û M.M.D., tên birîn û ji ber tedawiya girtiyan nayê kirin rewşa wan nebaş e û her ku diçe rewşa wan girantir dibe.