Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir 2022-03-24 15:28:12   MELETÎ - Hat zanîn ku girtiyê bi navê Mûsa Kulter ku li Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê tê ragirtin, ji ber ku nexwestiye di dema lêgerîna odeyan de alavên wî werin belavkirin, ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û piştre jî xistin odeya bisunger.    Girtiyê bi navê Mûsa Kulter ku li Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê tê ragirtin, di dema lêgerîna odeyan de ji ber ku li dijî belavkirina alavên xwe derket, ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin.   Têkildarî mijarê hevalê Kulter ê odeyê li ser telefonê li malbata xwe geriya û ev agahî dan: “Roja înê piştî hevdîtina vekirî, li qawîşan lêgerîn kirin. Di dema lêgerînê de gardiyanan cil û bergên me bi piyên xwe dane ber hev. Hevalê min ê odeyê Mûsa Kulter jî nerazîbûna xwe nîşan da. Gardiyanan heqaret û çêrên gelek giran lê kirin. Hevalê me ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Piştre jî tazî kirin û 3 saetan di odeya bisunger de hate hiştin.”    Hevalê Kulter di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: “Em her tim rastî pirsgirêkan tên. Di dema hejmartinê de dixwazin ku em tekmîlê bidin wan. Kengî bixwazin tên lêgerînê dikin. Di dema hejmartinê de dixwazin ku em di rewşa ‘amade’ de rawestîn. Di vê mijarê de banga min ji gel ew e ku hinek hestiyar tevbigerin.”    Li ser vê yekê em li Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê geriyan lê telefona me nehat bersivandin.