Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê 2022-03-24 19:23:21     ENQERE –  Derbarê Parlementera HDP'ê Semra Guzelê de ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin, biryara berdestkirinê hat dayîn.      Piştî betalkirina parêzbendiya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, derbarê Guzelê de biryara berdestkirinê hat dayîn. Hat hînbûn ku bi sûcê "endamtiya rêxistina terorê" derbarê Guzelê de biryara berdestkirinê hatiye dayîn.