Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin! 2022-03-25 09:06:26 AMED - Hat hînbûn ku di Newroza Bismilê de jî kincên herêmî ên cêwiyên 5 salî ji wan hatine kirin û ew birine qereqolê.  Li navçeya Bismil a Amedê Newroz di 19'ê Adarê de hatibû pîrozkirin. Gelek kesên ku bi kincên xwe yên herêmî çûbûn Newrozê, bi hinceta "kincên rêxistinê li xwe kirine" hatibûn astengkirin an jî binçavkirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatibûn astengkirin de cêwiyên 5 salî Arîn û Esîn jî hebûne. Dêya wan Zeynep Bîçer roja pîrozbahiyê hatiye binçavkirin. Polîsan cêwiyên wê jî pê re birine Midûriyeta Polîsan a Bismilê. Li vir polîsan ji Bîçerê pirsa "We ev kinc ji ku derê stendin? Ma hûn nizanin ev kinc qedexe ne?" kirine. Dayik Bîçer jî gotiye: "Em berê jî bi van kincan çûne Newrozê. Li holê tu sûc tune ye. Ev kincên me yên herêmî ne." Piştî zabitnameyê şopa tiliyên cêwiyan hatiye tomarkirin û dayik tevî cêwiyên xwe hatiye berdan.    CAREKE DIN HAT BINÇAVKIRIN   Dayik Bîçer, piştî hatiye berdan kincên herêmî yên li zarokên xwe ji wan kiriye û careke din çûye Newrozê. Piştî pîrozbahiyê bi hinceta "te îmze nedaye" cardin hatiye binçavkirin. Bîçer ji bo vê çûye midûriyeta polîsan û rojekê di binçavan de maye.    Nedîm Bîçer, hevjînê Zeynep Bîçerê, anî ziman ku kincên wan ên herêmî ku tim li xwe dikin di rojekê de hatine "qedexekirin" û got: "Bêyî biryarek bê nîşandan ev qedexe danîn ber me. Ev ne tiştekî qanûnî ye. Tiştekî kêfî ye û cêwiyên me binçav kirin. Di wê sar û seqemê de kincên wan ji wan kirin. Paşê wan birin midûriyeta polîsan. Di 5 saliya xwe de qereqol nas kirin. Gava ev kirin, tu biryareke hiqûqî nîşan nedan. Yanî bi awayekî bêqanûnî ew binçav kirin."    ‘DERÛNIYA ZAROKAN XIRAB BÛ'   Bîçer, destnîşan kir ku ji ber vê derûniya zarokên wî xirab bûye û got: "Her cara ku navê polîsan dibihîsin ditirsin. Kesên ev tişt anîn serê van zarokan qey fedî nakin? Kesên mirovan dikujin binçav nakin, lê radibin ji ber kincên herêmî zarokên 5 salî binçav dikin. Em ê giliyê van kesan bikin."    MA / Fethî Balaman