Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin 2022-03-25 09:08:19 ENQERE - Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi hinceta "zirar dane wesayîta binçavkirin", 2 hezar û 714 TL'yê ji bo tamîrkirina wesayîtê hatiye xerckirin ji 16 kesan xwest.    Midûriyeta Polîsan a Enqereyê, ji 16 kesên di dema protestokirina Melîh Bûlûyê AKP'î yê wekî rektor tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin de hatibûn binçavkirin, bi hinceta "zirar dane wesayîta binçavkirinê" pere xwest.    Ji 21 kesên hatibûn binçavkirin ji 16 kesan re piştî salekê ewraq hatiye şandin. Di ewraqê de hatiye îdiakirin ku wesayîta binçavkirin xesar dîtiye. Di ewraqê de hatiye diyarkirin ku ji bo tamîrkirina wesayîtê 2 hezar û 714 TL hatiye xerckirin.    Midûriyeta polîsan ji 16 kesan doza 2 hezar û 714 TL'yî kiriye û diyar kiriye ku gava ev pere neyê dayîn dê serî li rêyên qanûnî bê dayîn.