‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’ 2022-03-25 10:34:01   ŞIRNEX - Endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr ji bo kongreya HDP'a Şirnexê ya ku wê 27'ê adarê de bê lidarxistin banga beşdariyê kirin û gotin: “Werin em ruhê Newrozê kongreya xwe li dar bixin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Şirnexê wê di 27'ê adarê de bi dirûşma "Em ber bi pêşerojê ve dimeşin" Kongreya xwe ya 4’emîn a Asayî li eywanek dawetê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementerên HDP'ê li dar bixe. Komîsyona kongreyê û endamên HDP'ê yên bajêr bang li xelkê Şirnexê kirin ku bi ruhê Newrozê tevlî kongreyê bibin.    'DEM DEMA AZADIYÊ YE’    Hevseroka HDP'ê ya bajêr Sabuha Akdag diyar kir ku piştgiriya gel wê hêz bide xebatên wan û ev bang kir: "Em armanc dikin ku gelek bi hêz tevli kongreyê bibin. Em bi hêvî ne ku wê kongreya me bi serkeftî pêk bê. Çimkî em ê kongreya xwe meha adarê de pêk bînin. Me meha adarê bi 8'ê Adarê pêşwazî kir. 8'ê Adarê gelek serkeftî derbas bû. Jinên Botanê di 8'ê Adar û Newrozê de daketin qadan. Bi vê minesebetê em ji gelê xwe daxwaz dikin ku bi heman coşê tevli kongreyê jî bibin. Li dijî van êrişan werin em bi hev re bersiv bidin. Em li benda gelê xwe ne, dem dema azadiyê û serkeftina gelê me ye."    'DEM DEMA RÊXISTINBÛNÊ YE'    Ji komîsyona kongreyê û Hevşaredarê Hezexê yê HDP'yî Mûrat Şen ku qeyûm danîne şûna wî jî anî ziman ku ev kongre wê bibe wesîleya xwe ji nû ve birêxistinkirinê û got: "Me ji 2'ê sibatê heta niha bi dirûşmeya ‘Dem dema HDP'ê ye’ xebatên xwe yên kongreyê dane destpêkirin. Em niha gihiştine encama xebatên xwe. Em li bendêne ku gelê me bi coş û ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin. Werin di 27'ê adarê de em dengê Botanê li tevahiya cîhanê bidin belavkirin. Dem dema rêxistibûnê ye, dem dema azadiyê ye û dem dema serkeftinê ye. Rêxistina nû ya ku wê bê avakirin wê ji me re encamên erênî bîne. Serkeftin a me ye."    'KONGRE NÛJENIYE'    Ji komîsyonê kongreyê Ahmet Başak jî diyar kir ku rêxistina ku wê nû bê avakirin wê bi xwe re serkeftinê bîne û wiha got: “Her kongreyek weke bişkivîna daran e. Bi xwe re hêvî û nûjeniyê tîne. Werin em di wê rojê de bi hev re tevli kongreyê bibin û bi kelecanek xurt kongreya xwe li dar bixin. Em dixwazin ku gelê me wê rojê hêz bide me. Wê tevlibûna gel a kongreyê me bextewar bike."   'EM DI KONGREYÊ DE JÎ BERSIV BIDIN’    Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku qeyûm danîne şûna wê jî bang li gel kir ku bi germahiya Newrozê tevli kongreyê bibin û got: "Çawa ku bi ruhê 8'ê Adarê em li qadan bûn, em di 27'ê adarê de jî li kongreyê de cihê xwe bigirin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Botanê dikin ku beşdarî kongreya xwe bibin. Çawa ku di Newrozê de me bersiv da, werin em di 27'ê adarê de jî bersiveke xurt bidin."