Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd 2022-03-25 10:52:10   WAN - Xelkê Wanê diyar kir ku bi sed hezaran kesên ku di bin barîna berfê de tevlî Newroza Wanê bûn, bersiveke baş da dijminên gelê kurd û bi lêv kirin ku bi gotina “Em li vir in, mafên me û serokên me hene” peyam dan.    Di Newroza Wanê ya îsal de bi sed hezaran kes gihiştin hev û agirê Newrozê pêxistin. Bi sedhezaran kes li pîrozbahiya di bin barîna berfê pêk hat de govend gerandin û dirûşmeyên azadiyê berzkirin. Welatiyên ku pîrozbahiyeke herî bihişmet a salên dawî pêk anîn, bi lêv kirin ku ji kesên ku kurdan nasnakin re bersiveke baş dan.    Mehmet Mamûk ê Newroza Wanê nirxand, diyar kir ku pîrozbahî gelek baş derbas bû û wiha got: “Gelê me guhê xwe neda hewayê sar û weke lehiyê herikî qadê. Li Wanê 5-6 sal in Rewşeke Awarte (OHAL) heye lê Newrozê ev şikand û ev ji me re bû bihareke baş. Em di qadê de ji bo aştiyê bûne dengek. Lê divê em bizanin ku aştî girêdayî gel e. Em têbikoşin wê aştî jî were. Me bersiveke baş da wan kesên digotin ku ‘tu taqeta wan nemaye’. Lê ev têra nake, divê em xurttir bibin.”   ‘ME PEYAMA XWE DA CÎHANÊ’   Bûrhan Demîr jî bi lêv kir ku Newroz hebûna gelê kurd e û wiha axivî: “Newroz tune be em jî tune ne. Newroz hebûna vî gelî ye. Em spasiya xwe pêşkeşî herkesê ku di Newrozê de ked dan dikin. Me li wir jî got; em ê teqez serbikevin. Hebûn û yekitiya gelê kurd di vê Newrozê de derket holê. Kurdan bersiveke baş da kesên nebaş. Me ji hemû cîhanê re peyama ‘em li vir in, mafên me û serokên me hene’ dan.”   ‘DIVÊ HERKES XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVE’   Halîl Abay jî diyar kir ku gelê kurd her tim bi awayekî serbilind Newrozê pîroz dike û wiha got: “Barîna berfê hinek bandoreke neyînî kir lê dîsa jî gelek baş derbas bû. Me li wir aştî û mirovahî qîr kir. Divê her kes her tim tevlî Newrozê bibe û xwedî li rûmeta xwe derkeve.”   ‘JI DEHAQAN RE BÛ BERSIV’   Hayrettîn Işik jî anî ziman ku tevî barîna berfê jî Newroz bi awayekî xurt pîroz kirin û wiha axivî: “Newroza îsal bû sembola gelên bindest ên li dijî zilm û neheqiyê li ber xwe didin. Çawa ku Kawa li dijî Dehaq li ber xwe da, gelê kurd jî her tim li dijî Dehaqan li ber xwe dide û serî natewîne. Ev Newroz li dijî kesên ku dijminatiya gelê kurd dikin bû bersiveke baş. Dewlet ne li bendê bû ku ewqas bibe qelebalix lê li dijî hemû zehmetî û astengiyan jî girseyan Qadên Newrozê dagirtin. Hêvî dikim ku peyama gel were fêhm kirin.”   ‘EM DIXWAZIN PIRSGIRÊK WERE ÇARESERKIRIN’   Mecît Aşkan jî diyar kir ku pîrozbahî gelek baş derbas bû û wiha axivî: “Ez bi salan e tevlî Newrozê dibim. Cara ewil e min girseyeke wisa dît. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Divê her kes hewl bide ku ev pirsgirêk bi vî awayî were çareserkirin. Me ev di qada Newrozê de anî ziman. Bi milyonan mirov herikîn qada Newrozê. Li dijî hişmendiya ku dixwaze gelê kurd tune bike, Newroz bû peyameke baş. Ez hêvî dikim êm rojên xweştir bibînin. Ez vê berxwedana gelê kurd pîroz dikim.”   PEYAMA YEKITIYÊ   Sena Işik jî da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê Newroz gelek baş derbas bû û got: “Em ji vê rewşê gelek keyfxweş bûn. Hevî dikim ku kesên zilmê li gelê kurd dikin, wê peyama me ji qada Newrozê da fêm bikin. Newrozê jî peyama ku divê êdî gelê kurd bibe yek da. Heke em yekitiya xwe pêk neînin, em ê hêj pirsgirêkan bijîn. Tenê ne kurdên li Tirkiyeyê wê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bi heman awayî zirarê bibînin. Divê hemû kurd bibin yek. Heke em bibin yek wê dawiya dawî serkeftin bibe ya me.”   MA / Hakan Yalçin