Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin 2022-03-25 10:55:07 MÊRDÎN - Hinek kesên ku nasnameya wan “nediyar” xwestin Hevserokê DBP’a Qoserê Mahmût Damar birevînin. Damar, li Midûriyeta Emniyetê giliyê van kesan kir.  Kesên ku nasnameya wan “nediyar” xwestin Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Qoser a Mêrdînê Mahmût Damar ku endamê Komîteya Amadekar a Newrozê bû, birevînin. Di 17’ê adarê de dema ku Damar ji mala xwe ya li Taxa Mezopotamyayê derdiket, ferq kir ku wesayîteke nenas li dora mala wî ye. Damar, ber bi avahiya partiyê ve meşiya û di wê demê de ferq kir ku ji hêla wesayîteke din ve tê şopandin. Li ser vê yekê hewl da şopa xwe bide windakirin. Damar ku demek piştre kete kolaneke din, di wê navberê de agahî da partiyê. Li ser vê yekê endamên partiyê xwe gihandin Damar û destwerdana van kesan kir. Bi destwerdanê re kesên ku Damar dişopandin li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan. Ji bo ku kesên ew dişopandin bên dîtin û girtin, Damar li Midûriyeta Emniyetê gilî kir. Têkildarî mijarê Damar ji ajansa me re axivî.    Mahmût Damar da zanîn ku ev demekî dirêje ji hêla kesên nenas ve tê şopandin û wiha got: “Min beriya niha li emniyetê gilî kiribû û min jê re got ku kesên biçek min dişopînin. Min got, xetere li ser jiyana min heye. Emniyetê got ku dê vê bûyerê bişopînin û wan kesan bigirin. Lê heta emniyet hatî cihê bûyerê, ew kes reviyan. Di 17’ê adarê de ji bo amadekariyên Newrozê ji malê derketim. Min dît ku wesayîteke gewr li pêşiya mala min disekiniya. Min plakaya wê girt. Demek piştre ez meşiyam û kesekê di wesayîtê de paya bû û li pey min ket. Ez ketim kolanekê û min xwe veşart. Dema ji min bihûrî jî vêcarê ez ketim pey wî. Lê min piştre ferq kir ku wesayîteke din jî li pey min tê.”    ‘BI HATINA ENDAMÊN PARTIYÊ RE REVIYAN’    Damar, destnîşan kir ku demek piştre ji hêla wesayîtan ve li kolanekê hatiye asêkirin û ev tişt anî ziman: “Min ferq kir ku dê zirarê bidin min lewma li hevalên partiyê geriyam. Heval hatin û wan bi xwe jî dîtin. Li ber kamerayên mobeseyê û li naverasta sûkê ketibûn pey min. Bi hatina hevalan re min xwest biçim cem wan û jê bipirsim bê ka çima min dişopînin. Dema ber bi wan ve diçûm yekî ji wan rahişt telefonê û bi telefonê axivî. Piştre jî reviyan. Me bangî wan kir lê reviyan. Plakaya wesayîta ku pê direviyan li gel me heye. Piştre jî ez ber bi wesayîta ku ez dişopandim ve çûm lê ew jî reviyan.”    ‘DIXWAZIN SALÊN 90’Î ZINDÎ BIKIN’   Herî dawî jî Damar ev tişt anî ziman: “Piştî bûyerê li parêzerê xwe geriyam û min gilî kir. Dixwazin salên 90’î dîsa zindî bikin. Em siyaseteke demokratîk dikin û her tişt li pêş çav e. Ne diyar e bê ka ev kes kî ne û kê şandî ne. Daxwaza me ew e ku ev talûke ye bê aşkerekirin. Gelo ev kes ji wan kesan in ku di salên 90’î de mirovên me direvandin û diavêtin bîrên zaxavê? Li gorî min ew in. Dixwazim ku ev mijar bê zelalkirin.”    MA / Ahmet Kanbal