Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan 2022-03-25 12:02:35   ENQERE - Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê Bahtiyar Çolak bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Serokê dadgeha ku Doza Kobanê birêve dibir ê berê Bahtiyar Çolak serbest hat berdan. Çolak ji lêpirsîna “Atadedeler” ku xwe wek “Lingê îstîhbarata bazirganî ya dewleta kûr” bi nav dike di 23’yê adarê de hatibû binçavkirin. Dozgeriyê piştî îfadeyê Çolak girt, bi şertê “tevdîra kontrola edlî” serbest sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê bi dû îfadeyan re bi biryara tevdîra kontrola edlî serbest berda.    Çolak serokê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Doza Kobanê bi rê ve dibir bû.