'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin' 2022-03-25 13:29:08   AMED - Baroya Amedê û Tora Têkoşîna bi Tundiyê re, diyar kirin ku di Newroza Amedê de cihêkarî li jinan hatiye kirin.    Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê û Tora Têkoşîna bi Tundiyê re, derbarê binpêkirinên mafan ên Newroza Amedê de raporek amade kirin û li avahiya baroyê daxuyanî dan.    Endama Komîsyona Mafên LGBTÎ+ ya Baroya Amedê Okan Alptekîn, diyar kir ku polisan êrişên kesên ku xwestine bikevin qada Newrozê kirine û wiha got: "Bi hezaran kes bi saetan li nuqteyên kontrolê hatin rawestandin. Li nuqteyên kontrolê jinan di lêgerîna bihûrgulî re derbas kirin û gelek jinan ji ber cil û bergên wan ên kurdî nekirin qada Newrozê. Dema êrişên polisan de gerxêl çêbû û welatî birîndar bûn. 74 jê zarok bi giştî 298 kes hatin binçavkirin. Dema ketina qadên cihêkarî li jinan û LGBTÎ+yan hat kirin."