Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye 2022-03-25 14:46:27   RIHA - Cenazeyê Muharrem Aksem li cihê guleberdanê ya polîsan hatibû dîtin û hinek lebatên cenaze pêve nebûn. Li cihê guleberdanê gelek bombeyên xazê, qalikên guleyên çekên lûledirêj û xwîn hate dîtin.    Cenazeyê ciwanê 16 salî Muharrem Aksem şevê din li Taxa Mîcît a navçeya navendî ya Eyûbiye ya Rihayê hate dîtin û hinek lebatên cenaze pêve nebûn. Xizmên Aksem piştî ku cenazeyê kurê xwe veşartîn, berê xwe dan cihê ku cenazeyê wî lê hatiye dîtin. Devera ku cenaze lê hatiye dîtin, di navbera taxên Mîcît û Qunegurê de ye û bi meşê bi qasî saetekê dikêşe.    Dema ku xizmên Aksem xwe gihandin cihê cenaze lê hatiye dîtin, dîtin ku ew der cihê perwerdeyê yê polîsên tîmên taybet e û li wir gule tên berdan. Li cihê guleberdanê fayansên şikestî û qalikên guleyan hatin dîtin. Li vê devera ku hefteyê du rojan gule lê tên berdan, ne tabelayek û ne jî bergiriyek heye. Her wiha hinek jê teqiyayî û hinek jî neteqiyayî gelek bombeyên xazê yên ku ev nivîs li ser "production name (navê hilberînê): type-1 Gas grenade (Bombeya xazê), production date (dîroka hilberînê) (6,2014), Seymbol nicknama (navê wê yê sembol): 2014-GEB-03" hatin dîtin. Cenazeyê Aksem jî li betena hemberî vê qadê û 500 mîtroyan dûr hatibû dîtin.    Xizmên Aksem bi girî û zêmaran gihiştin cihê bûyerê. Tevî ku şeva cenaze hatibû dîtin gelek baran bariya jî, hêj jî şopên xwînê li wir hene. Xizmên Aksem di nava keviran de li lebatên laşê wî geriyan.    Di heman demê de li cihê bûyerê poşetek hebû ku Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendirmeyan daniye cihê bûyerê û tê de lepikên şîn hebûn. Hat dîtin ku ew kevirên li cihê Aksem hatiye kuştin jî parçe parçe bûne. Tevî gelek bombeyên xazê, her wiha gelek qalikên guleyan jî li wir hatin dîtin.    MA / Emrullah Acar