‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’ 2022-03-25 17:15:09   WAN/ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Wan û Îzmîrê dabûn destpêkirin berdewam e. Malbatan, tecrîda li ser Îmrali û girtîgehan şermezar kirin û xwestin ku binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 99’an de jî berdewam kir. Çalakiya îro ji hêla hevjîna girtî Ebedîn Abî ku li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê Zubeyde Abî ve hate domandin. Di çalakiya îro de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêya Armûşê çûn serdana malbatan.    Di serdanê de hevserokê HDP’a Rêya Armûşê Cevdet Altindag anî ziman ku di van salên dawî de li ser girtîgehan polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha got: “Dîrok, vê dinivîsîne. Di nava vê hefteyê de ji girtîgehan 3 cenaze derketin. Ev yek nayê qebûlkirin. Pergal, qada jiyanê ya li nava girtîgehan bisînor dike. Piştgiriya me ya ji bo têkoşîna edaletê ya dayikan bidome. Polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin, niha li hemû girtîgehan di meriyetê de ye. Divê bertek nîşanî sepanên li girtîgehan bê nîşandan. Divê sepanên li girtîgehan li her deverê bên teşhîrkirin.”   LI ÎZMÎRÊ ÇALAKIYA EDALETÊ    Çalakiya malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê jî di roja 31’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibûn daliqandin. Îro, HDP’a Îzmîrê û Partiya Pêşerojê ya Kesk û Çep çû serdana malbatan.    Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan got ku li cihekî edalet lê tune, ji bilî têkoşînê tu rêyeke din namîne. Altan, destnîşan kir ku li dijî girtiyên ku teslîm nabin, zextên taybet û îşkence tên kirin. Altan, piştre jî nameya ku ji hêla pêkhateyên Azadî ji Girtiyên Nexweş, Jinên Polîtîk û LGBT+’yan hatibû şandin xwend.    Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk jî got ku hem gel û hem jî girtî ji bo azadiyê têdikoşin. Çelîk, got ku ew piştgiriyê didin têkoşîna dayikan. Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Kesek û Çep jî Huseyîn Çaglar axivî û destnîşan kir ku her kesê li vî welatî dixwaze bi nasnameya xwe bijî, bi tewana “terorîst” tê sûcdarkirin. Çaglar, anî ziman ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bidin Nobeta Edaletê.    ‘EM EDALETÊ JI BO HEMÛ KESÎ DIXWAZIN’    Dayika girtiyê bi navê Nezîr Gumuş ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê Hanîfe Gumuş jî da zanîn ku deriyê wan li hemû kesên dixwazin piştgiriyê bidin çalakiyê vekirî ye û ev tişt anî ziman: “Em tecrîda li ser Îmraliyê û hemû girtîgehan şermezar dikin. Bi mehane ku Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin êdî bi wî re hevdîtinê bikin. Em ne tenê ji bo zarokên xwe lê ji bo hemû zarokên rastî zilmê tên rûdinin. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku beşdarî çalakiya me bibin.”