Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan 2022-03-25 17:34:38   STENBOL - 7 kesên li Bolûyê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê Parêzer Alîşan Şahîn jî di nav de 23 kes bi hinceta ku pere ji xizmên xwe yên girtî re şandine di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê de hatibûn binçavkirin.    Ji 23 kesên hatibûn binçavkirin 5 jê di 23'yê Adarê de û 11 kes jî di 24'ê Adarê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Îro jî  7 kesên din ji bo îfadeyê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Bolûyê her 7 kes bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.    Navê kesên hatin berdan ev in: Nacî Gokalp, Ayten Donmez, Lokman Demîr, Muzaffer Tunç, Emîn Yurek, Halîl Kocaman, Hasan Kocaman.”