Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan 2022-03-26 09:05:25 RIHA - Li Rihayê li devera telîmê ya polîsan cenazeyê şivan Mûharrem Aksem bi awayekî perçekirî hatibû dîtin. Apê wî Bakir Aksem got: "Ji sibehê heya êvarî li vira telîm hebû. Gumana me tenê diçe ser midûriyeta polîsan."  Li Taxa Micit a navçeya Eyyubiye ya Rihayê di 23'yê Adarê de li cihê telîmî yê polîsên tevgera taybet cenazeyê şivan Mûharrem Aksem ê 16 salî hativû dîtin. Cenazeyê Aksem ku tê gotin perçe bûye û dewsa gelek guleyan li ser hebûye, duh hat veşartin. Derketibû holê ku polîs heftê du rojan li mêrga di navbera taxa Mict û Qinegûrê de telîm kirine û di dema telîmêd e tu tevdîr negirtine.    Xizmên Aksem û şêniyên taxê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa bûyerê kirin.    ‘ÇEKÊN MEZIN DIŞIXULÎNIN'   Mûzaffer Aksem (19), pismamê Mûharrem Aksem, anî ziman ku bi salan e şivantiyê dike û di dema telîmê de gule di ser serê wan re diçin. Aksem, bilêv kir ku bombeyên tên avêtin bandorê li wan dikin û got: "Em şivan nikarin biçin wî aliyî. Li cem şivanan çekan dişixulînin. Ji me re dibêjin ji vir biçin. Em duh dîsa li wir bûn. Çekên giran dişixulandin."    ‘SIBÊ YÊ MIN JÎ BIKUJIN'   Aksem, destnîşan kir ku duh gava çûne ser cenaze li ser laşê Mûharrem dewsa guleyan dîtine û got: "Duh cihê cenaze gelek fîşek hebûn. Em naxwazin polîsên tevgera taybet bên mezra me. Duh pismamê min kuştin, sibê dê min bikujin. Demildest divê ev mesele bê çareserkirin. Hêleke me pîşesaziya organîzeyê, hêlek me sîteya galerîvanan û hêla din jî bax û baxçeyên gel in."   Aksem, anî ziman ku 2 sal in polîs tên herêmê û heya nehatibûn tu pirsgirêk tune bûn.    ‘TEVDÎRAN NAGIRIN'   Şêniyê taxê Bahaddîn Demîr jî destnîşan kir ku li cihê telîmê tu tevdîr nayên girtin û got: "Me çend caran telefonî qereqolê kir û got gule bi ser me de tên. Qereqolê got, guleyan bibînin, paşê werin.' Ma piştî em bimirin dê werin? Em nabêjin ji qestîka berdane, lê tu tevdîran jî nagirin." Demîr, anî ziman ku polîs rastgele berdidin û got: "Em naxwazin bên vira. Duh kesek kuştin, sibê dê hin kesên din bikujin."    ‘VÊ MESELEYÊ ÇARESER BIKIN'   Şêniyê Taxa Keberlî ya li hemberî Taxa Micitê Ramazan Karabacak jî bang li rayedaran kir û got: "Ev der gund e. Ma qey qeymeqam û walî tune ne? vê meseleyê çareser bikin. Em diçin cem kê, di ser guhê xwe re davêjin. Ev der cihekîb içûk e û gule tên hey vira. Guleyên wan di ser serê me re derbas dibin."   AP: CENAZE PERÇEWESLE BÛ   Bakir Aksem, apê Mûharrem Aksem jî bibîr xist ku biraziyê wî şivantî dikir. Aksem, anî ziman ku polîsên çevîkê li mrêgê telîmê dikin û got: "Li vir ne îxtarek heye, ne jî polîgon. Ji girê hember ber bi vir, ji vir jî ber bi wir ve berdidin. Gund jî li pişt gir e. Ev der zeviyê fisteqan e. Qet nebe mirov îxtarê dike. Lewheyekê diçikîne. Dibêje ev der qada telîmê ye." Aksem, diyar kir ku gava çûne ser cenaze dîtine ku cenaze perçewesle bûye û got: "Em ne bêxwedî ne. Heya niha tiştek wiha çênebûbû. Tu dijminên me tune ne. Ma ev der cihê perwerdehiyê ye? Xwîna biraziyê min hê li erdê ye. Em gundî ji niha û pê ve qethiyen naxwazim midûriyeta polîsan li vir telîmê bike. Ji sibehê heya êvarî li vira telîm hebû. Gumana me tenê diçe ser midûriyeta polîsan. Cenaze perçewesle bû. Dibe madeyeke teqemeniyê yan jî çekek be. Hê jî li wir bombeyên neteqeiyayî hene."    MA / Emrûllah Acar