Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan 2022-03-26 09:06:29   MÊRDÎN - Siyasetmedar Ahmet Turk, bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk a girtî, destnîşan kir ku êdî divê bê berdan.    Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûye ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Siyasetmedar Ahmet Turk, têkildarî rewşa Aysel Tûglûkê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘DIVÊ BÊ BERDAN'   Turk, anî ziman ku Tûglûk siyasetmedar û hevrêyeke pir baş bûye û got: "Her tiştê xwe parve dikir, tu quretiyek wê tune bû. Hevparî esas digirt. Bîr û baweriya wê ya bi gel û siyasetê re tam bû. Siyasetmedareke durist, hevrê û hevaleke me ya ku pir qîmet dida pêşeroha gel bû."    Turk, destnîşan kir ku wê û Tûglûk demeke dirêj bi hev re siyaset kirine û got: "Me bi hev re peywira hevserokatiyê nêzî 5 salan kir. Bi rastî jî hevaleke me ya bawerî bi demokrasî û têkoşîna gel anîbû. Helbet niha ji ber fikirên xwe di zindanê de ye. Gelek hevalên me bi vî awayî di zindanê de ne, lê gava mirov li tenduristiya Ayselê mêze dike bi rastî jî divê di girtîgehê de nemîne û hemû kesên xwedî wijdan divê wisa bifikirin."    FERASETA DIJMINATIYÊ   Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê nirxên mirovan jî êdî esas nayên girtin û bal kişand ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a derbarê Tûglûkê de. Turk, got: "Tenduristiya wê qet nebaş e. Nikare di girtîgehê de bimîne. Lê dîsa jî ev îqtidar dixwaze bedêlên giran bi bi me ûs iyasetmedarên me bide. Yanî bi feraseteke dijminatiyê tevdigere. Halbûkî divê mirov hebikekî mirov be. Ne rast e, keseke wiha di girtîgehê de bê hiştin."    Turk, bilêv kir ku wer xuya dike dê tenduristiya Tûglûkê baş nebeû li gor agahiyên ku wer girtine şert û merceke ku di girtîgehê de bê ragirtin tune ye. Turk got: "Lê dîsa jî hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn. Li hemberî hevala me Ayselê û hemû hevalên din. Belê, dibe em wek hev enfikirin, dibe cudahiyên me hebin, lê bi rastî jî dijminatiya li hemberî keseke di van şert û mercan de nayê fêmkirin."    Turk, diyar kir ku herî dawî salek berê li girtîgehê Aysel Tûglûkê dîtiye û got: "Her diçe rewşa wê xirbatir dibe. Ev nexweşîn, nexweşînek wisa ye ku her diçe girantir dibe. Car heye hevalên xwe nas nake. Li gor hevalên wê dibêjin, gava radikeve car heye pêlavên xwe jî ji pêyên xwe dernaxe. Nikare lazmatiyên xwe bi xwe peyde bike. Lewma li wir liv û tevgereke ku her diçe mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle heye. Hem Wezareta Dadê hem ATK û hem jî kesên niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin hema bibêje xwedî feraseteke ku li girtîgehan zemîna mirinê hazir dikin."    MA / Ahmet Kanbal