Twitterê, hesaba ajansa me rawestand 2022-03-26 10:19:08 STENBOLÊ - Twitterê, ji ber me nûçeya tundiya li ser zarokan a di wargeheke taybet a terîqatekê ya li Esenlerê derbas kir, hesaba me ya @MAturkce ji bo 5 saetan rawestand.  Twitterê, ji ber me nûçeya tundiya li ser zarokan a di wargeheke taybet a terîqatekê ya li Esenlerê derbas kir, hesaba me ya @MAturkce ji bo 5 saetan rawestand. A.E. yê li wargehê peywîrdar li xwendekarên dora maseyê ders dixebitin xistibû û dema ev dîmen derketibûn holê jî hatibû binçavkirin. A.E. piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Bakirkoyê hatibû kirin.    A.E. yê gumanbar di îfadeya xwe ya edliyeyê de wiha got: “Ez wê kêliyê hêrs bûm û ji bo zarok bêdeng bin min şimaq li serê wan da. Ji bo tişta min kirî ez poşman im.” Dadgeha Ceza ya Sûlhê A.E. ji ber sûcê “birîndarkirina hêsan” girt û şand girtîgehê. Ji ber me tundiya li terîqetê pêk hatî weşand, twîtterê hesaba ma @MAturkce ya ku 170 hezaran zêdetir şopînerên wê hene, bêyî ku me agahdar bike, ji bo 5 saetan asteng kir.    EM BANG LI ŞOPÎNERÊN XWE DIKIN!   Ji bo parastina mafê ajansa me ya wergirtina nûçeyan, em bang li hemû şopdar û hevalên xwe yên me bibaldarî dişopînin dikin ku ji bo hesaba me ya @Maturkce hîn bêhtir belav bibe, pêşniyarî xizm, heval û hogirên xwe bikin.