Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan 2022-03-26 10:52:21   ŞIRNEX - Li navçeya Basayê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Basa ya Şirnexê leşkeran vê sibehê avêt ser malan û 4 kes kirin binçavan. Hat zanîn ku serdegirtina malan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku daye destpêkirin ve pêk hatiye. Di çarçoveya lêpirsînê de Habeş û Hanim Ergîn ên hevjînên hev ku ji gundên Kerxwarê ne û du welatiyên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.    Derbarê binçavkirinê de agahî nehatin bidestxistin û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.