Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin 2022-03-26 11:03:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişa sîber ku li ANHA’yê hat kirin, malpera wê venabe.    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li Rojavayê Kurdistanê weşanê dike bi êrişa sîberê re rûbirû ma. Malpera ANHA’yê ku êriş li ser hatiye kirin venabe. Ajansê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Hemû serwîsên me rastî êrişên hakcerên dewleta dagirker a tirk hatiye. Em ji şopîner û xwînerên xwe re radigihînin, heta daxuyaniyek nû ku bê kirin wê nûçe ji aliyên me ve neyên weşandin.”