Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin 2022-03-26 12:24:28   RIHA - Di rapora otopsiyê ya pêşî de cismên ku li laşê Muharrem Aksem ê 16 salî ketine nehat diyarkirin.    Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve Muharrem Aksem ê 16 salî ku şivaniyê dikir, mirî hat dîtin. Hat zanîn ku cenazeyê Aksan ê ku di navbera gundê Micid û Qinegûrê de hatibû dîtin, laşê wî parçe bûbû û laşê wî ji guleyan bûbû mîna seradê.     Aksem ê nehat malê, malbata wî xist nava gumanan û malbatê ragihand ku lawê wan winda bûye. Di encama lêgerînê de cenazeyê hatibû dîtin û ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Di rapora otopsiyê ya pêşî de nehat diyarkirin ku ew cismên li laşê Aksem ketiye gule ne an parçaeyên şarapnelê ne.    Parêzera malbata Aksem, Hatîce Akilli Oz jî diyar kir di raporê de li ser mirinê teqezî nehatiye kirin û di laşê wî de gelek birîn hene. Oz got ew ê meseleyê bişopînin.