Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin 2022-03-26 12:51:48   COLEMÊRG - Ji Mûsa Çîftçî yê Colemêrgî ku li Hewlêrê di noxteya kontrolê ya Hewlêrê de hatibû binçavkirin 16 roj in agahî nayê girtin. Rayedarên PDK’î, tu agahî nedan ferdên malbatê ku aqubeta Çîftçî pirsîn.    Welatiyê bi navê Mûsa Çîftçî ku ji sala 2015’an ve li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dijî, di 10’ê Adarê de dema ji Silêmanî diçû Hewlerê hatibû binçavkirin. Çîftçî yê pêşmergeyên PDK’ê li noxteya kontrolê ya li navçeya Şeqlawa ya Hewlêrê wesayîta wî sekinandin, piştî kirariyên li vir hatibûn kirin, hatibû binçavkirin. Ferdên malbatê yên li Colemêrgê dijîn, 16 roj in tu agahî ji Çîftçî negirtine û li ser vê yekê çûn Şeqlawayê. Ferdên malbatê yên bi rayedarên PDK’ê re axivîn, diyar kirin ku rayedarên PDK’ê têkildarî hêceta binçavkirina Çîftçî û li ku tê girtin, tu agahî nedane wan.    Ferdên malbatê yên vegeriyan Silêmaniyê, bi lêv kirin ku lêgerînên xwe yên derbarê Çîftçî de didomînin.