Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele 2022-03-26 14:50:34   AMED - Di rapirsiya hilbijartinê ya Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ên Qadê diyar bû ku dengên HDP’ê li gorî hilbijartina berê zêdetir bûne û ji sedî 17’ê rayên AKP’ê jî kêm bûne. Di lêkolînê de aşkere bû ku xizan û ciwan gelemperî HDP’ê tercîh dikin û ji sedî 19’ê hilbijêran dibêjin ku dê deng bidin Erdogan.    Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ên Qadê li 16 bajarên kurdan lêkolîna hilbijartinê kir û encamên van xebatan jî di bin navê “Rapora Lêkolînkirina Meyla Hilbijêran û Rojevan ên Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat” de parve kir. Şîrketa ku bi çavkaniyên xwe yên resen lêkolîna xwe kir, di 4-8’ê adara 2022’yan de daneyên TUÎK’ê yên sala 2020’an bi kar anî. Kargehê ji bo texmîna xelet parekî ji sedî 3 hesiband û û bi awayekî rasthatî li 505 malan bi welatiyan re rû bi rû hevdîtin kir. Ji xebatkarên lêkolînê ji sedî 52,7 zilam û ji sedî 47,3’yan jî jin bûn. Di lêkolînê de nêzikatiya hilbijêran a ji bo tifaqên polîtîk, “Pergala Parlamenteriyê ya bihêzkirî” ya 6 partiyên “muxalîf”, pirgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê û çareserî û bandora pirsgirêka kurd a li ser pirsgirêkên giştî yên Tirkiyeyê hat pirsîn.    PIRSGIRÊKÊN HERÎ BINGEHÎN    Ji kesên tev li lêkolînê bûn sedî 76,3’yan diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka “Aborî/bêkariyê” ye. Ji sedî 17,4’an jî mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê weke “Pirsgirêka Kurd” destnîşan kirin. Di lêkolînê de pirsa “bandora pirsgirêka kurd a li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê” hat pirsîn. Li gorî vê; ji sedî 60,5’ê beşdaran got ku bandorê li krîza aborî û bêkariyê dike, ji sedî 64,7’an got bandorê li pirsgirêka demokrasiyê dike, ji sedî 61,1’an got bandorê li pergala hiqûqê û rewşa heyî dike, ji sedî 57’an got bandorê li pergala serokomariyê dike, ji sedî 67,5’an got bandorê li rewşa pevçûn û tundiyê dike, ji sedî 61,6’an jî diyar kir ku pirsgirêka kurd bandorê li polîtîkaya derve dike.    JI SEDÎ 64’Ê HILBIJÊRAN HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIXWAZIN   Ji sedî 64,9’ê hilbijêran xwest ku hilbijartineke pêşwext çêbibe. Ji sedî 17,9’ê hilbijêran ji bo hilbijartina pêşwext gotin na û ji sedî 17,3’yê beşdaran jî di vê mijarê de bêbiryar bûn.    JI SEDÎ 13’Ê WELATIYAN DIBÊJIN KU HDP DÊ WERE GIRTIN    Di lêkolînê de ji bo hewldanên girtina HDP’ê jî pirs hat kirin. Li gorî vê yekê; ji sedî 13,7’ê hilbijêran got ku HDP dê were girtin, ji sedî 47,8’ê hilbijêran got nayê girtin û ji sedî 38,5’ê beşdaran jî diyar kirin ku di vê mijarê de fikreke wan nîne.    DENGÊN TIFAQA GEL DIKEVIN    Di lêkolînê de pirsa “Di rewşa heyî de gelo hûn dê dengê xwe bidin tifaqên heyî” hat kirin. Li gorî vê; hejmara kesên ku di kanûna par de digotin “ez ê deng bidim Tifaqa Gel” vê carê ketin û hejmara kesên digotin “Ez ê dengê xwe bidim Tifaqa Milet” jî zêde bûne. Li gorî vê; hejmara kesên digotin “Ez ê deng bidim Tifaqa Gel” ji sedî 15,1, ji sedî 15,1’ê beşdaran got ku bêbiryar in, ji sedî 15,7’ê hilbijêran got ku dê dengê xwe nedin tu tifaqan û ji sedî 16,1’ê hilbijêran jî got ku dê dengê xwe bidin Tifaqa Milet. Ji sedî 37,2’yê hilbijêran jî destnîşan kirin ku heke partiya wan di nava tifaqan de cih bigire dê dengê xwe bidin. Li gorî lêkolînê; cara ewile ku jin ji ciwanên di navbera 18-24 salî de ku yekemîn care deng didin hîn bêhtir dibêjin “ez bi tu awayî dengê xwe nadim tifaqên heyî.”    JI SEDÎ 9’Ê BEŞDARAN BI ERÊNÎ LI 6 PARTIYÊN MUXALÎF DINIHÊRIN    Her wiha pirsa 6 partiyên “muxalefetê” yên bi pêşengiya CHP’ê hatine ba hev jî ji hilbijêran hat kirin. Li gorî vê; ji sedî 9,4’ê hilbijêran vê hevgirtinê pir erênî û ji sedî 33,3’yê hilbijêran tenê erênî nirxand. Ji sedî 37,8’ê hilbijêran di vê mijarê de bêbiryar bûn, ji sedî 15,6’an neyînî nêz bûn û ji sedî 4’ê hilbijêran jî pir neyînî nirxand. Li gorî bersivan; bi giştî ji sedî 42,7’ê hilbijêran bi erênî nêz bûn û ji sedî 37,8’ê hilbijêr di vê mijarê de bêbiryar bûn û ji sedî 19,5’an jî neyînî nêz dibin.    PERGALA PARLAMENTERIYÊ    Di lêkolînê de ji sedî 20,9’ê beşdaran got ku Pergala Parlamenteriyê dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, ji sedî 32,9’an got nikare, ji sedî 43,6’an got dikare heta astekî çareser bike û ji sedî 2,6’an jî nêrîna xwe parve nekirin. Bi giştî ji sedî 32,9’ê beşdaran got ku pirsgirêkên heyî bi vê pergalê çareser nabe û ji sedî 64’an jî got dikare bên çareserkirin.    BEŞDARIYA TIFAQÊ YA HDP’Ê   Ji sedî 12,4’ê beşdaran tevlênekirina HDP’ê ya di civîna 6 partiyên muxalîf de weke helwestekî gelek neyînî, ji sedî 24,2’yan tenê neyînî, ji sedî 44,9’ê beşdaran di vê mijarê de bêbiryar bûn, ji sedî 12,4’ê erênî nêz bûn û ji sedî 6,2’yan jî kiryarekî pir erênî nirxandin. Bi giştî ji sedî 36,6’ê beşdaran nebeşdarbûna HDP’ê neyînî nirxandin û yên erênî nirxandin jî ji sedî 18,6 bû. Ji sedê 44,9’ê beşdaran jî di vê mijarê de bêbiryar bûn.    DENGÊN HDP’Ê ZÊDE BÛN    Pirsa “heke vê yekşemê hilbijartin bê kirin gelo hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê” jî ji beşdaran hate kirin. Li gorî vê; ji beşdaran ji sedî 0,3’yan got HUDA-PAR, ji sedî 1,2’yan got Partiya Saadetê, ji sedî 1,5’an got Partiya Pêşerojê, ji sedî 1,9’an got MHP, ji sedî 3’yan got ÎYÎ Partî, ji sedî 3,3’yan got Partiya Deva, ji sedî 8’an got dê neçin ser sindoqê, ji sedî 8,2’yan got bêbiryar in, ji sedî 9,6’an got CHP, ji sedî 17,5’an got AKP û ji sedî 45,6’an jî got dengê xwe bidin HDP’ê. Ji hilbijêrên temenê wan di navbera 18-24’an de ji sedî 14,3’yan got bêbiryar in, ji sedî 12’an got dê deng nedin, ji sedî 37,7’an got HDP, ji sedî 15,6’ê got CHP, ji sedî 14,6’an jî got dê dengê xwe bidin AKP’ê.    TERCÎHA XIZANAN BÛ HDP    Li gorî lêkolînê; malbatên ku rewşa wan a aborî baş dengê xwe didin AKP’ê û yên xizan jî gelemperî dengê xwe didin HDP’ê.    HDP ÊDÎ KÊ TERCÎH BIKE EW DÊ BI SER KEVE    Pirsa “heke HDP were girtin gelo dê dengê xwe bidî kîjan partiyê” ji beşdaran hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 4,1’ê beşdaran got dê dengê xwe bidin partiyeke din, ji sedî 8,7’an got di vê mijarê de bêbiryar in, ji sedî 9’ê beşdaran got dê teqez dengê xwe nedin tu partiyeke din, ji sedî 78,2’yan got ku dê dengê xwe bidin partiya ku HDP dê ava bike yan jî partiya ku HDP nîşan dide.    DENGÊ ERDOGAN JI SEDÎ 19 E   Her wiha pirsa “heke di vê yekşemê de hilbijartinek çêbibe û du namzetên serokomariyê hebin, dê dengê xwe bidî kê” jî ji beşdaran hate kirin. Li gorî vê; ji sedî 19’ê beşdaran got dê bidin Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, ji sedî 27’ê hilbijêran got dê dengê xwe bidin Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, ji sedî 43’yan got dê bidin Ekrem Îmamoglu û ji sedî 31’ê hilbijêran jî got dê dengê xwe bidin Mansur Yavaş.