Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin 2022-03-26 14:51:34   ENQERE - Lepik û stûmalên girtî Akîl Nerguz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi hêceta dê ‘întîhar bike’ nehatin dayîn.    Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin têkildarî binpêkirinên mafan ên dijîn, ji parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re name şandin.    Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku girtiyên nexweş Talat Şanli, Mecît Şahînkaya, Akîl Nerguz, Yûsûf Kenan Dînçer, Taner Korkmaz û Mûrat Kaymaz di bin tecrîdê de tên girtin. Girtiyan da zanîn ku kovar û rojnameyan nadin wan û pêkanîna têkilidarî mafên wan a sohbetê ya 10 saetan ku bi hêceta pandemiyê hatibû rakirin berdewam dike. Girtiyan, bi lêv kir ku weşanên televîzyonên Halk TV û TELE 1’ê bi hêceta ‘ariza û kêmasiyên teknîkî’ ji aliyê îdareya girtîgehê ve tê astengkirin.    Girtiyan, diyar kir ku ji ber li dijî binpêkirinên mafan ên dijîn, li ser dîwarên cihê hewadariyê nivîs nivisandibûn, gardiyanan bi ser qawişa wan de girtine, tiştên wan belavkirine û di vê çarçoveyê de li Kenan Dînçer mehekê cezayê hevdîtinê hatiye birîn.    Girtiyan, ragihandin ku mafên wan ê tenduristiyê nayê pêkanîn û ji ber wesayîtên rîngê yên yek kesî girtî naçin nexweşxaneyê. Girtiyan destnîşan kir ku malzemeyên paqijiyê yên ji ber pandemiyê didin wan, nadin wan, abonetiya rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, Yenî Asya û Oksîjen nayên kirin û li girtiyên tê ferzkirin ku bêsaet û kemer biçin dadgehê an jî nexweşxaneyê.    LEPIK Û STÛMAL NEDANÊ   Girtiyan, da zanîn ku lepik û stûmalên girtî Akîl Nerguz bi hêceta dê ‘întîhar bike’ nedane wî. Îtîrazên li Dadgeha Înfazê ya Wanê û 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatine kirin, hatine redkirin.