2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin 2022-03-26 15:09:19   COLEMÊRG - Cenazeyên 2 kesên ku li Stenbolê di pevçûneke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabûn, li Colemêrgê hatin veşartin.    Di 24’ê Adarê de li pêş Edliyeya Kuçukçekmece ya Stenbolê di nava du koman de pevçûneke çekdarî qewimî bû û di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn. Welatiyên bi navê Nazim Sozer û Ercan Sozer ên jiyana xwe ji dest dabûn, li Colemêrgê hatin veşartin. Hate hînbûn ku wê cenazeyê Kadîr Mendanoglû yê di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî li Antalyayê were veşartin.