Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye 2022-03-26 15:53:58   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar ber bi xetereyê ve diçe û xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 522 heftene çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê li pêş avahiya xwe li dar xist de, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar ku ji 21’ê Adara 2017’an ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Gelek malbatên girtiyên nexweş, endamên ÎHD’ê û welatî tevlî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiya nexweş Tenzîle Acar bila were berdan” hat daliqandin û gelek wêneyên girtiyên nexweş ên jin hatin hilgirtin. Pêşiya ku çalakî were lidarxistin, polîsan kolana ku avahiya ÎHD’ê lê ye dorpêç kirin.   REWŞA ACAR HER ROJ GIRANTIR DIBE   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ku di daxuyaniyê de axivî,  bal kişand ser nexweşiyên Acar û dazanîn ku nexweşiyên bêhn tengî, zerik(Hepatît B) û Tuberkuloz pê re hene û ji  qirika wê xwîn tê. Onaran, bi lêv kir ku ji ber ferzkirina tedawiya bikelemçe dermankirina Acar di nivî de dimîne û wiha got: “Rewşa Acar her roja ku diçe giran dibe. Ji ber van pêkanînan rewşa Acar di xetereyê de ye.”   DEWLET BERPIRSYARE   Onaran, da zanîn ku ji jiyana girtiyan dewlet berpirsyar e û got: “Nabe ku girtiyên ji ber nexweşiyên dikarin bên dermankirin jiyana xwe ji dest bidin, weke rewşeke asayî bê dîtin. Divê dewlet şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan bigihîne pîvanên mirovahiyê û astengiyên li pêşiya dermankirin û tenduristiyê ya girtiyên nexweş rake. Em careke din ji vir bang li rayedar û civakê dikin û dibêjin, girtiya nexweş Tenzîle Acar û hemû girtî bila bên berdan.”   Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên, “Bila girtiyên nexweş werin berdan” , “Tenzîle Acar bê berdan” û “Tecrîd dikujê, piştgirî dide jiyîn” hatin berzkirin.