Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da 2022-03-26 17:33:49   AMED - Yek ji 11 karkerên ku di teqîna li 3'yemîn Sîteya Pîşesaziyê de birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da.     Li Amedê, beriya du rojan li 3'yemîn Sîteya Pîşesaziyê ya ser rêya Rihayê teqînek çêbûbû û 3 jê giran 11 karker birîndar bûbûn. Karkerê bi navê Mahmût Taş ku giran birîndar bûbû rexmû hemû mudaxaleyên ku lê hatin kirin jî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Taşkin li goristana Semta Toplû Konûtê bê veşartin.    Tedawiya birîndarên din jî li nexweşxaneyan didome.