ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-27 09:00:51   * Hevserokê HDP'a Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku divê dengê li qadên Newrozê bilind bû bê guhdarkirin. Hevserokê BDP'a Wanê Çetîn Ûyar hî ev tişt got: "Heke pirsgirêk bên paşguhkirin wê gel hê bêtir li Ocalan xwedî derkeve û dakeve qadê. "   * Dayikên Aşitiyê, xwestin ku tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ev tişt gotin: "Ji bo aştiyeke mayînde pêwîste ku deriyê Îmraliyê bê vekirin."   * Dayîka Aştiyê Nebîhe Aslantekîn ku 29 sal berê hevserê wê li ber çavê wê tê kuştin û salek di girtîgehê de maye, diyar kir ku êşa xwe bi stranan tîne ziman û êdî dixwaze stranê aştiyê bibêje.   * Endama Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî Zehra Fîdan, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bûne ji rêzê û got ku wê destûr nedin ku neşbaşî bibe tiştekî ji rêzê û dê vê pergalê biguherînin.   * Serlêdana 3 parêzeran a ji bo îşkenceyêa ku di Newroza sala 2012'an de hatibû kirin rexmî biryara AYM'ê jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve nehat qebûlkirin. Dozgeriyê, bi hinceta "demboriyê" biryara neşopandinê da. Di doza ku polisan li parêzeran vekiribû de jî dê sibê biryar bê dayîn.    * Xizmên malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di encama êrişeke nîjadperest hatin kuştin, diyar kirin ku diwazin edalet cihê xwe bibîne û ev tişt gotin: "Em mafê xwe dixwazin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 384'emîn de berdewam bike.    * Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Kuçukçekmece, Esenyûrt, Bahçelîevler, Gazîosmanpaşa, Zeytînburnu, Sûltanbeylî yên Stenbolê dê kongreyên xwe li dar bixin. (11.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li eywanek dawetê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ   * Şaxa OHD'a Rihayê dê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê kongreya xwe li dar bixe. (13.00)   * Nobeda edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Wanê dane destpêkirin dê di roja 101'emîn de berdewam bike. (14.00-16.00)   * TUAY-DER'a Çukurova dê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de li avahiya HDP'a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)