Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin 2022-03-27 09:16:43 STENBOL – Dayikên Aşitiyê, xwestin ku tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ev tişt gotin: "Ji bo aştiyeke mayînde pêwîste ku deriyê Îmraliyê bê vekirin." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî ku bi komployeke navneteweyî di 9'ê cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de girtî ye. Hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin. Di 23 salan de tenê destûr hatiye dayîn ku parêzerên Ocalan 442 caran pê re hevdîtin bikin. Rexmî ku weke her girtî mafê Ocalan ê axaftina bi telefonê heye jî heta niha tenê carekê destûr hatiye dayîn ku vî mafê xwe bi kar bîne. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de axaftina Ocalan a bi telefonê hatibû birîn û ji wê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin.   Dayikên Aşitiyê yên Stenbolê, tecrîda li ser Ocalan nirxandin û xwestin ku demildest tecrîd bi dawî bibe û aştiyekî mayînde ava bibe.   ‘MAFÊ ME YE EM AGAHÎ JI SEROKÊ XWE BIGIRIN’   Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Çîçek Taş, diyar kir ku wê Tirkiye bi girankirina tecrîdê nagihîhe armanca xwe û wiha got: "Ocalan serokê me ye, bila tecrîda li ser demildest were rakirin û pê re maseya aştiyê bê danîn. Bila êdî zarokên dayikan neyê kuştin. Em li hemberî kuştinê ne. Em parçeyên zarokê xwe li der û dran kom dikin. Dîsa jî em aştiyê dixwazin. Weke hemû gelên cîhanê mafe me ye jî em agahî ji Serokê xwe bigirin. Heta ku bi Ocalan re hevdîtin neyên kirin wê şer bidome. Ji bo ku xwîna tê rijandin bê sekinandin divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ew laşê me parçe parçe jî bikin em ê dev ji doza xwe bernedin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye û em li pişta serokê xwe ne. Bila bi diyalox û çareseriyê ev şer û nexweşî bi dawî bibe. Weke dayikên aştiyê em beriya mirina xwe dixwazin serokê xwe û rojên bi tifaq û aştiyane bibînin."   'TECRÎDÊ RAKIN'   Dayîka Aşitiyê Naciye Şahîn jî bi lêv kir ku heta tecrîd neyê rakirin wê tu tişt encam negire û ev tişt got: "Şer û qeyrana aborî ya Tirkiyê girêdayî Tecrîda li ser Ocalan in. Îro tecrîd tesîrê li her derê dike. Ez bang li rayedaran dikim, bila wê tecrîdê rakin û da ku cîhan tev bikeve nav xweşiyê. Heta tecrîd ranebe em ê tim di vî halî de bin."   AŞITÎYA HER MEZÎN ÎMRALIYÊ DE YE   Dayika Aştiyê Feleknaz Karabaş jî derbarê tecrîda li ser Ocalan de axivî û ev tişt anîn ziman: "Ocalan 23 sal in girtî ye û 7 sal in tecrîdeke girankîrî li ser heye. Ev saleke jî ev tu agahî ji nagirin. Bila malbata Ocalan û parêzerên wî biçin hevdîtinê bikin. Ger ku aştiyê dixwazin bila deriyê Îmraliyê vekin. Aştiya mezin li Îmraliyê girtî ye. Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin wê xweşî û rehetî çêbibe. Em tenê dibêjin; bila tecrîd bê rakirin, deriyê Îmraliyê ji bo aştiyeke mayînde bê vekirin."