Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin 2022-03-27 12:11:37   ENQERE - Di Doza Kobanê de ku sibê bê dîtin de wê parêzerên parasytinê derbarê serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak ku doznameyê qebûl kiribû û piştre ji peywirê hatibû girtin de daxwazan bikin. Parêzerê siyasetmedaran Veysî Eskî, ji bo vê rewşê ev tişt got: "Ev rewşa ku pergala darazê ketiyê derdixe holê."   Danişînên koma 11'emîn a Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên di 6-8'ê cotmeha 2014'an de li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê hatibûn kirin 22 jê girtî li 108 siayasetmedaran hatibû vekirin dê sibê dîsa dest pê bike. Di danişînên beriya niha ku du hefte berdewam kiribûn de heyeta dadgehê daxwaza berdana siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk bi hinceta rapora ATK'ê red kiribû. Yek ji mijara girîng a dosyayê ji peywirgirtina serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak ku îmzeya wî qebûlkirina doznameyê de heye û angaştên derbarê wî de ne.    DI 11'Ê ADARÊ DE HATIBÛ ROJEVÊ   Di danişîna ku di 11'ê adarê de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê hatibû dîtin de Parêzer Zeynep Ozdogan, xwestibû ku Çolak ji Saziya Dozger û Dadgeran (HSK) bê pirsîn û gotibû ku heke angaştên derbarê Çolak de rast bin wê danişîn bikeve rewşeke biqisûr. Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî gotibû ku angaştên micid derbarê Çolak de di çapameniyê der derketine û hîn kirine ku ji dadgeriyê îstifa kiriye. Heyeta dadgehê daxwazên parêzer û siyasetmedaran ên derbarê Çolak de red kiribû.    CIVÎN LI DAR XISTINE   Serokê berê yê dadgehê Çolak ku doznameyê de di hefteyekê de qebûl kiribû, hefteya borî hatibû binçavkirin û niha di hefsa malê de ye. Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rê ve dibe de derketibû holê ku Çolak mirovê duyemîn ê rêxistina sûc a Atadedeler e. Rojnameger Alîcan Ûlûdag xwe gihandibû belgeyên ku rêxistina Atadedeler a Çolak bi kesên nîjadperest re hevdîtin kiriye û xwe li cem MÎT'ê weke rêxistina bazirganiyê ya îstixbaratê bi nav kiriye û di meha kanûnê ya sala 2020'an de li oteleke Enqerê civînek li dar xistiye.    KOMA WHATSAPPÊ YA DEDELER   Her wiha derketibû ku rêxistina Atadedeler navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû weke referans bi kar tîne û komeke Whatsappê ya bi navê "Dedeler" ku ji aliyê 55 rêveberên rêxistinên ve tê bikaranîn heye. Di adara 2020'an de tayînkirina dadger Bahtiyar Çolak di vê komê de hatiye ragihandin.    'WÊ DAXWAZÊN ME HEBIN'   Parêzerê Doza Kobanê Veysî Eskî, derbarê mijarê de axivî. Eskî, diyar kir ku lêpirsîna derbarê rêxistina Atadedeler de rewşa pergala daraza Tirkiyeyê derdixe holê û got ku wê danişînê de derbarê serokê berê yê dadgehê Çolak de ji heyeta dadgehê daxwazên wan hebin.    Wê danişîn sibê saet di 10.00'an de ji aliyê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike.